AMED
Ji bo 2 saliya Zarok MA'yê zarokên ku li wir perwerdehiyê dibînin derketin ser dikê.
Di bernameyê de zarokan spasnameyên xwe wergirtin û paşê derketin ser dikê. Zarokan bi performansa xwe balê kişandin ser xwe.
Koordînastorê MA Musicê Şêrko Kanîwar ku di dawiya bernameyê de axivî, got ku ew hêvî dikin Ma Zarok 200 saliya xwe jî bibîne. Kanîwar destnîşan kir ku ew ê zarokên vî welatî bê muzîk nehêlin.
Bername bi stranan û govendgerandinê bi dawî bû.
MA


