Diyarname
Amedsporê îro tîma Bandirmasporê kir mêvan û bi 2-1 bi ser ket. Bi vê serketinê Amedspor bi maçek zêde bû lîder.
Ji bo Hefteya Mafên Mirovan tîma Amedsporê bi pankarta "Mirov bi mafên xwe mirov in" derket sehayê. Tîma Amedê bi diruşma lîderiyê derket sehayê. Bi nîveka yekemin de 2 gol avêtin. di deqîqeya 42'yan de Dia Saba goleke mikemel avêt. Deqe 45+3 de Daniel Moreno encam bir 2-0'ê.
Di nîveka duyemîn de Bandirma hinek din li ser xwe bû û di deqîqeya 68'an de bi Rahmetullah Berişbek encam anî 2-1'ê lê ev yek têra wan nekir.
Di dawiya maça 17'an de AmedSpor bi maça zêde bû lîder. Îsal cara yekê ye Amedspor dibe lîder.
Sibê maça Pendik û Îdirê heye. Maç li Stenbolê ye. Ger maç wekhev bi dawî bibe, yan jî Pendik têk here wê rêze neguhere û Amedspor lîder bimîne. Lê Pendik bi ser bikeve dê bi avarajê lîderî bi paş ve bigire.
Niha Amedspor xwedî 35 pûanan e, Pendik xwedî 32, dûre Erokspor jî bi maçek kêm 30 puan, Bodrum jî bi heman awayî û bi 30 pûanî ye.
Hefteya bê AmedSpor diçe Bodrumê û ligel Bodrumsporê dê bilîze.