Şengul Ogur
Li ser dîroka jidayikbûna Melayê Cizirî ez dibêm qey di nav lêkolînvanên wêjevanên kurd de konsensûsek çêbû ye û ev dîroka jidayikbûna Cizîrî bi riya hesabê ebcedê di malikên helbestên Cizirî de wekî 1589 hatiye qebûl kirin.
WekÎ her kes û gelan em kurd jî pê şad dibin dema ku em bikaribin bibêjin, ev berhema niviskÎ ya ku bi zimanê min hatiye nivisîn nizam çend sed sal berê hatiye nivisîn. WekÎ gelê ku ziman lê hate qedexekirin, em çiqas bikaribin bibêjin ku, ev berhem hîn kevntir e, em hîn bêhtir kêfxweş û pê şanaz dibin.
Di lêgerîna li nav malperan de bi lêrasthatinek tesadufî ez li malpera, http://www.cizrehem.com/default.asp?goster=45&Sayfa=141 rast hatim. Bi xwendina nivisa di vê malperê de ez li navê CIZIRÎ rast hatim. Ev rastlêhatin ez xistim nav heyecan û kêfxweşiyekê. Lewma di vê nivisa bi navê, CÎZRE BEYLÎGÎ (MÎREKTIYA CIZÎRÊ) de xuyanî dike ku MELA wekî ku hatiye qebûlkirin di sala 1589'an de ji dayik nebûye. Di vê nivisê de jidayîkbûna MELA di sala 1508'an de dixuye.
Li gor vê nivisê lawê Mîr Bedredîn Şerefxanê duyem di amadekariya şerê li dijî Akkoyunan de ye. Di vê navberê de Şah Simailê sefewî jî dest bi tunekirina Akkoyunan kiriye. Şerefxanê duyem jî vê fersend dibîne û berî ku êrîş bibe ser Akkoyunan hawara xwe digihînê Xwedê û dibeje, ger ku ez Akkoyunan têk bibim ezê mizgeft û medreseyekê ava bikim. Bi alikariya eşîrên Botan û heremê di sala 1508'an de ji ciyê ku niha Medresa Sor lê ye dikeve bajarê cizirê û Akkoyunan têk dibe û dest bi avakarina Medreseya Sor dike.
Di vê nivisê de ya ku bala mirov dikişîne ev e ku di sala 1508'an de MELAYÊ CIZIRÎ hebûya û di dema şerê bi Akkoyunan re piştgiriya manewî daye Şerefxanê duyem û Şerefxanê duyem MELAYÊ CIZIRÎ tevî malbata xwe kiriye.
Ger ku em vê nivîsê referans bigirin baş tê xuyanîkirin ku em dikarin nêzÎ sed salî jidayikbûna MELA bi paş bixin. Yanî mela ne di 1589'an de, lê dibe ku di sala 1489'an de jidayik bû be. Lewma wer dixuye ku MELA di sala 1508'an de zû de dest bi nivisê kiriye. Li gorî malikên helbestên cizirî bi hesabê ebcedê hatiye deşifrekirin, CIZIRÎ di sî saliya xwe de dest bi nivisînê kiriye. Ku bi hindikayî em sî sal ji 1508'an derxînin em li sala 1478'an rast tên.
gernus@msn.com
Têbîniya Diyarnameyê: Dema hûn di motora lêgerî ya înternetê de digerin bi çend awayan rojbûna Melayê Cizîrî derdikeve pêşiya we.
Mînak ji bo rojbûn û wefata Cizîrî: 1570-1640, 1407 - 1481, 1566- 1640... Ev her sê reqem jî ji hev cihê ne. Piranî dîroka "1570-1670" derdikeve pêş. Bi hêviya rastî derê...
***
Nivîsên Şengul Ogur ên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:
-