Diyarname
Belgefîlmê Cemil Oguz ê bi navê "Rewşen" ku bi ser kovara Rewşenê de anakdotên li ser zimanê kurdî ya salên 90'î, dîsa anakdotên rewşa wan salan radixe ber çavan vê carê li Kampusa Dolapdere ya Zanîngeha Bîlgî tê nîşandayîn.
Heta sala 1990’î li Tirkiyeyê peyva ‘Kurd’ bi xwe jî qedexe bû. Derxistina pirtûk, kaset, kovar, rojnameyên bi kurdî qedexe bû. Di van salan de asta daxwazên kurdan bilind bû, pêre jî di sala 1991’ê de zagoneke bi hejmara 2932’yan guherî. Bi vê guherînê re rê li ber “Weşanên ji bilî tirkî” vebû. Êdî weşandina kasetên bi kurdî, derxistina kovar û rojnameyên bi kurdî bi awayekî serbest dibe. Tam vê demê de rêveberên Navenda Çanda Mezopotamyayê bi navê “Rewşen” kovareke Tirkî-Kurdî derdixin.
Belgefîlmê bi navê “Rewşen”, ji salên 90’î heta salên 2000’î ji aliyekê ve pêvajoya kovara Rewşenê radixe ber çavan, dibe şahida pêşketina kurdî ya wê demê, ji aliyê din ve bûyerên girîng ên salên 90’î nîşanî temaşevanan dide.
"Rewşen" piştî festîvalên Stenbol, Documentarist, Rojên Belgefîlman a Egeyê, Festîvala Fîlmên Kurd a Londonê û Festîvala Batmanê vê carê li Stenbolê li Zanîngeha Bîlgî Kampusa Dolapdereyê derdikeve pêşberî beşdaran.
Nîşandayîna belgefîlm 18'ê gulanê saet 17.00'an de dê li dar bikeve. Piştî belgefîlm dê derhêner Cemil Oguz bersiva pirsên temaşevanan bide. Çalakiya nîşandayîna belgefîlm û gotûbêjê ji aliyê
Civaka Fikir û Çandê ya Bîlgiyê ve tê organîzekirin. Digel xwendekarên zanîngehê, ji derve jî kî bixwaze dikare here li belgefîlm û gotûbêjê temaşe bike.
Nîşandayîna belgefîlm û gotûbêj
Dîrok: 18.05.2012
Cih: Zanîneha Bîlgî, Dolapdere, Salona Sînemayê
Saet: 17.00 - 19.00
NAV: REWŞEN
Senaryo&Derhêner: Cemil Oguz
Derhênerê Dîmenê: Cahit Çeçen
Kamera: Cahit Çeçen, Savaş Boyraz
Muzîk: Xak - Kamkar
Vesazkirin: Masum Elmas
Studyoya Dublajê: Asi Medya
Vebêj: Masum Elmas
Ziman: Kurdî (bi jêrnivîsa tirkî)
Mawe: 44 dq
Sala Kişandinê: 2011