Diyarname
Weşanxaneya Aramê 11 pirtûk bi hev re derxistin. Ji van 4 jê bi temamî bi kurdî, 2 jê jî bi tirkî-kurdî ne.
Çîroka dayikên dilşewat: Mûm û Şewal
Nivîskar Mehmet Çakmak pirtûka xwe ya çîrokan bi navê "Mûm û Şemal / Çîrokên Dayikan 1" weşandiye. Di pirtûkê de Çîrokên dayikên ku zarokên wan hatine kuştin, hatine windakirin, çîroka dayikên ku li benda xeberek ji zarokên xwe ye tîne ziman.
Li Ewrûpayê Perwerde û Rewşa Zimanên Kêmar
Nivîskar Nejat Ayaz di pirtûka xwe "Li Ewrûpayê Perwerde û Rewşa Zimanên Kêmar" de li ser gelên hejmara wan kêm ên il Ewropayê û li ser rewşa zimanê wan disekine.
Belgeyên Komcivîna Tenduristiyê
Di navbera 3-5'ê berfanbara 20120'an de Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li Amedê Komcivîna Tenduristiyê li dar xist. Nina nîqaşên ku di wê komcivînê de hatin kirin, belgeyên ku hatin pêşkêş kirin bûn pirtûk. Di pirtûka ku bi kurdî-tirkî hatiye amadekirin de hemû kîteyên komcivînê cih digirin.
Du pirtûkên helbestan
Her wiha Aramê bi carekê de du pirtûkên helbestan jî di nav van 11 pirtûkan de weşand. Yek jê pirtûka helbestan a Şengul Ogur e, ya din jî ya Berçema Mişrîtan e.
Bi xatirê te hêviya dirû
Pirtûka din ku bi kurdî û tirkî ye jî ya Cezmî Ersoz e. Pirtûka bi navê "Bi xatirê te hêviya durû" ji ceribandinên Ersoz pêk tê.


