Diyarname
Hunergeha Welat ku li Rojava kareke serketî ya muzîkê dike niha klîbeke nip û nû pêşkêş kir. Kliba bi navê "Li Qamişlo Li Ber Derî" li ser hesabê Hunergeha Welat hat belavkirin.
Gotinên strana "Li Qamişlo Li Ber Derî" ji aliyê Şêro Hinde ve hatine nivîsîn. Muzîka stranê Mehmûd Berazî çêkiriye û îbrahîm Feqe amade kiriye. Klîba ku derhêneriya wê Şêro Hindê kiriye stran û klîbeke şîrîn e. Ji serî heta dawî rengîn, şîrîng ji dil e. Em vê klîbê wekî Klîba Hefteyê hildibijêrin û pêşkêş kirin.
Fermo pêşî li gotinên stranê binêrin û dûre jî temaşe bikin (Bo temaşekirinê lînkê bitikînin):
Mehmûd Berazî 1 Wey bihûrî bihûrî bihûrî Porê wan qîza sorî Xecê ya herî jorî ew ji taxa xanîka oy oy oy oy Taxê nadi bi emrîka Emrîka zipî zuwa kes rûnanê li ber derî oy oy oy oy Ken û eşq bi hêdîka oy oy oy oy 2 Wey buhûrî bihûrî bihûrî Qamqutê li min kir zorî Li ba dikir gulya morî Kinê ji dor aşê bûzê oy oy o oy oy Malê nade bi parîsê Parîsa vikî vala Kes rê nade hevala oy oy oy oy oy Mala kinê wek lîsê oy oy oy oy oy 3 Wey bihûrî bihûrî bihûrî Di kar û sê hevorî Şivana wan pir nazî Nazliyê ji mêrga hilko oy oy oy oy Ew hilko nade bi mosko Moskoya şilfî tazî Kes tuneye li sûka oy oy oy oy oy Qir û cirra van bûka oy oy oy oy 4 Wey hûrî bihûrî bihûrî Xaçê gerdenê bimorî Marî keçka aşûrî Ew kulîlka bişêriyê oy oy oy oy oy Bişêriyê nade bi roma Romaya polî poşman Lê tune malek kildan oy oy oy oy Ne jî cîranek suriyan oy oy oy oy oy
Li Qamişlo Li Ber Derî