Diyarname
Klama "De Here" klameke gelêrî ye û bi awaz û sewta Şakiro tê zanîn. Şakiro ew klam gotibû û bi dehan salan e li ser zar û zimanan diherike. Niha hunermendê ji Rojhilat Şoreş Mehmûdî (Shoresh Mahmoudi) ew klam bi vegotina xwe carek din derxist pêşberî klamhezan. Mehmûdî ji bo vê klîbek jî kişand û li ser hesaba xwe ya Youtube belav kir.
Mehmûdî, bi dengê xwe yê pak, bi pêlîstina sewtê, vegotineke, awazek xweşik derketiye holê; loma jî ev klîb vê hefteyê wekî Klîba Hefteyê dibe mêvan.
Klîba ku Saman Êremî kişandiye, Hawrê Azarpûr bi tembûr, Zana Xurşîdî bi meya xwe ked daye xebatê. Aranjeya, miks û mastering jî aîdê Akam Mehmûdî ye.
Kerem bikin:


