Qamişlo
Hejmara 15-16’an a Kovara Lêkolînên Stratejîk bi mijarên xwe yên siyasî û ewlehî yên ku Rojhilata Navîn eleqedar dike derket.
Kovara Lêkolînên Stratejîk ji aliyê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) ve her sê mehan derdikeve. Kovara ku bi tîpên erebî ye, bi zimanên erebî û kurdî weşanê dike.
Di hejmara nû ya kovarê de gotara Munzur Şiyar a bi sernavê "Tirkiye roj bi roj giraniya cihê xwe ya jeosiyasî ji dest dide" û gotarên bi sernavên "Aloziyên li Rojhilata Navîn û rêgehên wê" û "Enerjî (Petrol û gaz) wekî faktorên bi bandor di aloziya Sûriyeyê de" yên Şervan Seyfedîn hatine weşandin.
Her wiha cih ji bo gotarên Ehmed Sîno ya bi sernavê "Ewlehiya mirovahiyê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê" û "Rêxistina DAIŞ û îdeolojiya wê" û gotara bi sernavê "Destkefiyên li gel gefên Îran û Tirkiye û nakokiyên malbatî" ya nivîskar Kurdiyar Dirêî hatine dayîn.