Diyarname
Weşanxaneya Na yek jê çîrok, yek novel du pirtûkên nû pêşkêşî xwendevanên kurdî kirin.
"ÇAVQIRPANDINA BÊRIYÊ"
"Çavqirpandina Bêriyê" pirtûka Mahîr Bagok e. Novela Mahîr Bagok li ser jiyana rojane û li ser takekesiya Jîrzanî, Gulbêrî û Bozê hatiye honandin. Di paşperdeya novelê de têkoşîna salên nodî jî xwe nîşan dide. Bêrîkirin, bêrikirina welatekî, welatê ku van ciwanan wextekî piçûkên wê bûn mijara sereke ya novelê ye.
Nivîskar wisa dinivîse:
"Cihê zaroktiya mirov li wir bihurîbe ya rastî rihê mirov li wir veşartî ye. Her tim ji bo çi qala wir dikim, ji ber min li wir ava xeyalên xwe veşartiye. Bêrîkirina demên bihurî di tûrikê dilê mirovî de veşartiye mîna dîrokekê. Dema qala cihê zaroktîya mirovî tê kirin janên dilê mirovî ji nav lêvan dibarin."
Nivîskar Mahîr Bagok di sala 1981'ê de li Nisêbîna Mêrdînê hatiye dinê. Ev nêzî 10 salan e eq girtî ye. Heta niha helbest, roman, çîrok, nêzî 10 pirtûkên wî derketine.
"ŞIBAKE"
"Şibake" navê pirtûka çîrokan a Serdar Komurcu ye. Şibake navê çîrokek e ku di 11'emîn Pêşbaziya Çîrokan a Şerzan Kurt de xelat girtibû. Navê çîrokê li pirtûkê jî kirine. Wî, du salan ser hev de bi çîrokên xwe di vê pêşbaziyê de xelat girtine, loma jî ev pirtûk diyarî Şerzan Kurt kiriye.
Di pirtûkê de 10 çîrokên ji aliyê teknikê û mijarê ve ji hev cuda hene; çîrokên kesên ji rêzê, mijarên ku têne zanîn lê bi tevneke xurt wan bi xwendevan bide xwendin.
Serdar Komurcu di sala 1986'an de li gundê Germika Jor a Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê hatiye dinê. Dibistana seretayî li “Germika Jor” xwendiye û dibistana navîn li gundê “Tilbisim” berdewam kiriye. Wî lîse li Dêrikê û zanigîngeh jî li Zanîngeha Mêrsînê Mamostetiya Kompîturê xwendiye û bûye mamoste.
Heta niha wî 4 roman bi tirkî û 2 du pirtûkên çîrokan jî bi kurdî, 6 pirtûkên wî derketine.
- Çavqirpandina Bêriyê / Mahîr Bagok / Weşanên Na / Novel / 84 Rûpel / Gulan 2023
- Şibake / Serdar Komurcu / Weşanên Na / Çîrok / 94 Rûpel / Gulan 2023


