Hewlêr
Hilbjartina li Başûr roja 25'ê tîrmehê li dar ket û îro encamên yekemîn ên fermî hatin eşkerekirin. Vane encam.
Serokê Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê Ferec Heyderî li Otela Sharonê encamên yekemîn ên hilbijartinê eşkere kir. Heyderî da zanîn ku encamên ku ji 300 dibistanan girtine ji ber nerazîbûnan dê dîsa bêne hilbijartin û encamên wan ne di nav vê de ye.
Heyderî got ku bi giştî 651 serdana nerazîbûnê ya di hilbijartinê de pêk hat û ji wan 8 heb bi belgene; ew niha li ser vê lêkolîn û nirxandinê dikin.
Piştî Heyderî, Serokê Komîsyona Hilbijartinê ya Kurdistana Federal Hamdiya Huseynî axivî û encam eşkere kir.
Li gor eşkerekirina Huseynî encamên pêşî wisa derketine holê ev in:
- Ji bo Serokatiyê berendam Mesud Barzanî sedî 69.57 deng girtiye û ji nû ve hatiye hilbijartin. Piştî Barzanî berendam Dr. Kemal Miravderi sedî 24.32 girtiye û bûye duyemîn, Hala Îbrahîm Ehmed jî bi sedî 3.49 dengî hilbijartin di rêza sisêyan de temam kiriye.
- Ji bo hilbijartina parlemenê jî lîsteya "Kurdistan" a hevbeş a YNK û PDK'ê sedî 57.34 deng girtiye û bûye yekemîn.
- Lîsteya "Goran" a Noşirvan Mistefa bi sedî 23.57'î bûye duyemîn.
- Lîsteya Reform û Xizmetê bi sedî 12.08'an bûye sêyemîn.
- Lîsteya Tevgera Îslamî ya Kurdistanê jî bi sedî 01.45'î bûye çaremîn.
Heyderî û Huseynî ev encam eşkere kirin lê diyar nekir kîjan lîsteyê çend deng girtiye û çend mebûs derxistine.
***
Nûçeyên eleqedar:
- Bi wêneyan hilbijartina Başûr
- Notên li ser hilbijartina Başûr