Seyda Perînçek di sala 1978'an de li Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinê. Ew ji zarokatî ve bi muzîkê re eleqedar e. Li gor hin agahiyan li dor 800 heb helbest û besteyên ku wî nivîsandine hene. Perinçek ku demekê li NÇM'ê jî ders daye, bi bikaranîna dengê xwe û lêdana tembûrê derdikeve pêş. Em niha strana Seyda Perînçeka bi navê "Arîn Mîrkan" dikin klîba hefteyê û pêşkêşî we dikin. Fermo:
- Arîn Mîrkan / Seyda Perînçek