Diyarname
24'emîn Fûara Pirtûkan a Îzmîrê deriyên xwe ji bo pirtûkhezan vekir. Di fûara ku heta 14'ê mehê dê vekirî be 465 weşanxane û saziyên sivîl standê vedikin.
Fûarê îsal helbestvan Hîdayet Karakuş wekî Mêvarê Rûmetê yê Fûarê diyar kirine. Karakuş ku di sala 1946'an de li Ispartayê hatiye dinê heta niha gelek pirtûkên helbestan weşandine. Di fûarê de dê gotûbêj û panel li ser wî û helbesta wî bêne li dar xistin.
îsal 465 weşanxane û saziyên sivîl bi berhemên xwe di fûarê de cih digirin. Ji weşanxaneyên kurdan Weşanên Ava (Salon 2, No 109 B), Dara, (Salon 2, No 109 C), J&J (Salon 2, No 109 D), Weşanên Na (Salon 2, No 705 C) standê vedikin. Her wiha Weqfa Îsmaîl Beşîkçî jî bi kovara xwe "Kurd Tarîhî" û bi pirtûê xwe li fûarê ye (Salon 1A, No 613)
Du çalakiyên kurdan
Her wiha ji weşanxaneyên kurdan didu jê gotûbêjan li dar dixin: Weşanên Ava û Weşan^ne J&J.
Weşanên J&J bi navê "3 Nifş Wêje" gotûjek li dar dixe. Gotûbêja ku Azad Zal dê moderatoriya wê bide, Aysun Çakir, Ali Harun Sevim, Mukaddes Erdogdu Çelik dê bixivin. Ev gotûbêj 9'ê mehê saet 12.00-12.45 li Salona Konferansê ya 2'yan li dar dikeve.
Çalakiya din ji aliyê Weşanên Ava ve hatiye organîzekirin. Di çalakiya bi navê "Di Wêjeya Devî ya Kurdan de Hîkaye (Kenê Masiyê)" li dar bikeve de dê Ronî War û Ganî Turk biaxivin. Ev gotûbêj 10'ê mehê saet 18.45-19.30 de li Salona Konferansê ya 1'emîn li dar dikeve.
Fûar heta 13'yê mehê her roj saet di navbera 11.00-20.00'an de, roja dawî jî di navbera 11.00-19.00'an de ji bo mêvanan vekiriye.


