Diyarname
Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de maçên çarîk fînalê yên yekemîn hatin lîstin. Maçên duyemîn dê 20'ê mehê bêne lîstin û nîv fînalîst diyar bibin.
Di Lîga Ewropayê de Feyenordî li mala xwe Roma, Juventusê jî li mala xwe S. Lizbon bi 1-0 têk bir.
Her du maçên din wekhev man: Li Îngilistanê Manchester United û Sevilla 2-2 man. Li Almanyayê jî Leverkusen û Union Saint-Gilloise bi 1-1'î man.
Di Lîga Konferansê de jî maça Gent - West Ham Unidetê bi 1-2, maça Basel - Nice'ê bi 2-2 bi dawî bû. Ji maçên din Fiorentina li deplasmanê bi 4-1 li hemberî Lech Poznanê bi ser ket û avarajeke mezin bi dest xist. Di maça din de jî Anderlechtê AZ bi 2-0 têk bir.
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Manchester City û Interê nîvê derî vekir


