Dixtorê Dînan Dilgeş
Piştî ku ji balayên jorî, bi rîsaleyên pir rêxistinkirî, devê meqesê dan ber kezî û biskên peyvên min (hewwwwt!!, min ji Ehmed Huseynî û Îrfan Amîda borand) çi nemaye “ji çirûska stêrkan evînê bidoşim” ez û nivîs ji hev dûr bûbûn.
Va ye ez hatimmm! Çavên min ronî! Ka ji min re bînin kevçikek dohnî!
Ez ê dikim, ji we re çend şoreyên bi şîr û şekir bikim. Xeberdana min der heqê cimaeta kurdekanî qelemşor de ye. Qelemşûr, kelemşûr! Jê re bikolin du bihost gor, lê bidin ber meqesê temberîk û por! Minê jarê porkurê nemayê!
Hazir bin! Va ye ez devê meqesa xwe vedikim; ez xwe hiş dikim û êdî meqes şore dike, we got êê!
Her tiştî berî du salan dest pê kir.
Bi carekê de pêl bi deryaya edebiyata me ket û weşangerên me yên karîzmatîk şûr ji kevlanê xwe kişandin.
Evdila, bi bonservîsek qelew Kawa û Şener ji ber aşê Lalo hildan û birin ber koza Avestayê. Bêguman baş arkrîstên Avestayê yên wê hingê Înano, Ronaldîno Baran, forvetê gundikî Mirad ketin yêdekê. Wan jî rabû xwe kişand ber peravên Botan û gotin: Pepkê mino papanî! Heke te bivê xanî eve xanî, heke te bivêt canî, canî wa li ber pawanî!!
Lîs ku forvet û orta sehaya wê ma vala, hin transfer kirin lê zêde negirt. Rabû, Daltonên sergerm; Sîdar, Kovan Baqî û hogicê hemû zemanan û pozberanê nivîskaran Dilawerê Zeraq dan pêş.
Lê ecêba ser ecêban; di hemû wext û zemanan de, tu nivîskarê/a kurd qasî Evdilayê cooll û sûper karîzmatîk û Lal Laleşê muptelayê Noraya Stenbolî nehatin pêş.
Yê xelkê, em nizanin ka weşanger, xwedanên weşanxaneyan kî ne; nivîskar li pêş in, li texma me; Evdila û Lalo! Sibê Evdila, êvarê Lalo.
Êdî didanê Şener Ozmen û Kawayê Nemir û her payîdar, avête ser gelaşan. Wî minê rebenê! Pepû!
Û hinek jî mîna teyrê eylo bi tu refan re nefirîn; mîna Omerê Dilsoz, ne zimanê wî sivik bû, ne jî kozikek jê re çêbû.
Dengbêjeksê hê jî Nûdem Hezexê tanavêj nehildaye ber baskên xwe. Kî bûk e camêr berbûk e lê dike nake tu evdê Xwedê bi banga wî nimêja xwe nake.
Dengbêjekso Ulku û Bedirê Ebdirehman hingî di ber hev de direqisin tu dibêjî qey dinya li dora wan dizîvire.
Û yên din, yên din, yên din..
Evên heçkê xwe avêtin Ewropa piştî demekê dengê wan jî kêmtir hate bihîstin. Helîmê Yûsiv, Hesenê Metê û yên dîtir, yên Xalet û Pisxaletê mane ber aşê xwe. Sero neêşe, çi hewceyî bi destmalê!
Xwendevanên naşît û xwîngerm di navbera Janyaya Rênas Jiyanê hem filolog hem filozof, hem romancî, hem ramancî û Noraya “bir Hiçtir” de mane, niha dibêjin; Em di navbera dil û derî de man û silavê didin Yildiz Çakarê.
Şikir piştî 35 salan wergera Şekspîr û pîrê serî bi tîr bi dawî bû û êdî çi tiştek ber destê wî nema ku pê banga xwe bide.
Şener, di navbera modern hunera xwe ya pir û pir elît û berz, û nivîskariyê de quncikeke sakîn û aram ji xwe re danî. Dibêje: Xwe têkilî min nekin babê min! Ba di ber simbêl, pardon rêdîna wî re nalive!
Welhasil, min dil hebû biçim bernameya Hewşê û guhdariya Lalo bikim, lê ji ber ku ez xwe deşifre nakim, ez naçim.
Her wiha ez ê neçim şiîrên Rênas jî guhdarî nekim.
Min va ye rahiştiye şenê xwe û reverev dibezim li dû kenê xwe!
Heta civatek dî,
Li xwe binêrin bi cindî!


