HEWLÊR
Hate diyarkirin ku 30 leşkerên kurd ên ji artêşa Sûriyeyê reviyan, çûn Herêma Kurdistanê û statuya xwe penabertiyê wergirtin.
Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Herêma Kurdistanê Enwer Haci Osman di daxuyaniya daye AFP’ê de got; “Di van du rojên dawiyê de 30 leşkerên kurd ji artêşa Sûriye veqetiyan û hatine Kurdistanê. Ew hemû jî kurd in. Me ew ji ber sedemên mirovahiyê qebûl kirin. Di bin parastina me de ne û me mafê penabertiyê daye wan."
ANF