logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Ji Hewlêrê peyama yekîtiyê: Divê Kurd çarenûsa xwe diyar bikin

Konferansa ji bo bîranîna 66’emîn salvegera Komara Kurdistanê ya Mehabadê li Hewlêrê li dar ket. Di konferansê de rêber

  • Dîrok: 19/02/2012
  • Beş: Nûçe

HEWLÊR
Konferansa ji bo bîranîna 66’emîn salvegera Komara Kurdistanê ya Mehabadê li Hewlêrê li dar ket. Di konferansê de rêber û nûnerên gelek partiyên kurdan ên ji her çar parçeyên Kurdistanê amade bûn.
Di konferansê de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî got: “Mafê kurdan ê diyarkirina çarenûsa xwe heye”. Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş jî got: “Dema serê Hewlêr-Kerkûkê diêşe, bi hev re serê Amed, Mehabad, Qamişlo jî diêşe.”
Dr. Berhem Salih jî diyar kir ku ew ew êdî qebûl nakin ku kurd wekî welatiyên duyem bêne dîtin.

Li Hola Seîd Ebdillah ya li Hewlêrê ji bo salvegera 66’êmin Komara Kurdistanê ya Mehabadê konferansek hat lidarxistin. Di konferansê Serokê Herêma Kurdistan Mesûd Barzanî, rayadarên Hikumeta Herêma Kurdistan, Hevserokên Kongreya Civaka Demokratik (KCD) Aysel Tugluk Ahmet Turk, Hevsêrokê BDP'ê Selahattin Demîrtaş, mebûsên BDP'ê Leyla Zana, Sirri Sakik, Nazmî Gur, Endamê KCD'ê Cebbar Leygara jî di nav de gelek endam û nûnerên partiyen sîyasî û rexistinên sivîl, rewşênbîr û nivîskarên ya her çar parçêyen Kurdistan beşdar bûn. Di Konferansê de kurê Qazî Mihemmed, Elî Qazî jî amade bû. Her wiha, Koma Civakên Kurdistanê (KCK) jî bi awayekî fermî hate vexwendin û nûnerên KCK’ê jî amade bûn.

BARZANÎ: MAFÊ KURDAN Ê ÇARENÛSÊ HEYE

Konferansê bi Sîrûda Netewî û rezgirtina bo kesên di tekoşîna azadiya gelê kurd de jiyana xwe ji dest dane hate destpekirin û bi xwendina peyama komîteya amadekar a konferansê berdewam kir. Piştî peyamê Serokê Herêma Kurdistan Mesûd Barzanî axaftinêk kir. Barzanî da zanîn ku di dîroka gelê kurd de gelek zilm û zordarî hatiye serê kurdan û ji bo destkeftiyên xwe gelek berdêlên giran daye.”
Barzanî diyar kir ku dijminên gelê kurd gelek caran bi her curêyen çekên giran dijî kurdan komkujî pêk anîne û got, “Di roja me de êdî nikarin bi zordarî pirsgereka kurd çaraser bikin. Êdî ev dem nema û herî dawî pirsgerêk bi reya aştiyê dê çaraser bibe. Mafê çaranûsê kurdan heye û emê wê mafê xwe biparêzin”

Barzanî anî ziman ku dijminên gelê kurd her tim li ser parçebûna gele kurd polîtîkaya xwe amade kirine û her tim xwestine ku kurdan bi kurdan bide kuştin û wiha dom kir: “Ev dem êdî nema, êdî xwîna kurdan bi destê kurdan nayê rijandin”

Barzanî wiha berdewam kir; "Doza Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê dozekî netewî ye, lê belê li her parçekî taybetmendiyeke xwe ji bo çareseriyê heye. Gelê kurd wekî her miletekî din mafê xwe ya çarenivîsê heye, ev jî mafeke siruştî ye, Xwedê dayê me."

TALABANÎ: KONFERANS JI BO SERFIRAZIYA KURDISTANÊ GIRÎNG E

Piştî axaftina Barzanî, peyama Serokomarê Iraqê Celal Talabanî ji aliye Walîye Hewlêrê Newzad Hadî ve hat xwendin. Di peyama Talabanî de hate diyarkirin ku ev hewldanên konferansê pir girîng e û ji bo serfiraziya gelê Kurdistanê ye.

SALIH: DIVÊ KURD WEKÎ WELATIYÊN DUYEM NEYÊN DÎTIN

Serokê berê ê Hikumeta Herêma Kurdistanê Dr. Berhem Salih bal kişand ser girîngiya Komara Mehabadê di dîroka kurdan de û diyar kir ku ew ew êdî qebûl nakin ku kurd wekî welatiyên duyem bêne dîtin.

DEMÎRTAŞ: GAVA SERÊ HEWLÊR DIÊŞE, PÊRE YÊ AMED, MEHABAD Û QAMIŞLO JÎ DIÊŞE

Hevserokê BDP'ê Selahattin Demîrtaş jî diyar kir ku ew ji bo hatina konferansa Mehabadê kefxeş in û got: “Em divê vê rojê ji xwe re bikin mînak û ji dîrokê ders bigrin. Bizanibin ku em ê çawa bi serkeftî pêş ve bimeşin”
Demîrtaş anî ziman ku gelê kurd bo azadiya xwe gelek berdêlên giran dane û wiha axivî: “Li her çar parçeyên Kurdistanê binêrin ku di nav gelê kurd de kes nemaye ku carek malwêran bûye, ji destê dijminên xwe. Li her derê kurdeke lê şehadetek çebûye û her kurdî êş û kul ji dijminan kişandiye. Dîroka kurdan jî bi îşkence, bi talan, bi kuştin û sotinê hatiye nivîsandin. Em komkujiyan tenê bi Komara Mehabad nebînin. Komkujî piştî Mehabadê jî heta roja me ya îro berdewam in. Li başûrê Kurdistanê dewleta Beas dijî gelê me komkujî pek anî. Sedhezaran mirovên me qetil kirin. Li Tirkiyeyê jî disa wisa û sedhezaran mirovên me qetilkirin. Niha jî ev komkujî bi rengeke din berdewam in”

Demîrtaş eşkere kir ku her tim kurd ji hev du pirsa “Çima em bindest in?” dipirsin û wiha berdewam kir: “Em dizanin ku bersiva vê pirsê bêtifaqî ye. Eger ku em baş bizanin sedema bindestbûna me bêtifaqî ye, wê çaxê em çima yekîtiya xwe xurt nakin. Gelê me yê her çar parçeyên Kurdistanê eş û kula hev û dû dikişînin. Bakur ji bo Başûr, Başûr ji bo Bakur diêşe. Gava serê Kerkûk û Hewlêrê diêşe, yê Amed, Mehabad û Qamişloyê pêre diêşe. Çarenûsa me yek e û divê ji bo yekîtiyê em bixebitin. Em wekî hêzên siyasî yên welat ji bo yekîtiya neteweyî kar dikin û divê em ji bo vê yekê xizmetê bikin. Ji bo vê em her fedakariyek xwe nadin paş. Gelê kurd di demeke dîrokî re derbas dibe. Em ê biryara xwe bidin ku di vê demê de li ser riya rast a bo azadiya xwe biçin. Gelê me jî heman biryarê daye."

Demîrtaş li ser rewşa rojavaya Kurdistanê jî axivî û got: “Li rojavaya Kurdistanê ji bo gelê me derfetek mezin derketiye holê û em piştgirî didin gelê me yê Rojava û rêzê ji  biryarên wan re digirin. Divê hemû neteweya kurd ji bo yekîtiya xwe hewl bide. Roj roja avakirina yekîtiya neteweyî ya Kurdistanê ye. Pêwîst e em hemû bi berpirsiyarî tevbigerin û çi rol bikeve ser me ferz e bi cih bînin. Divê êdî konferansa neteweyî neyê taloqkirin. Serkeftin ji bo gelê kurd dixwazim û hêvîdar im ku ev konferans bibe wesîleya avakirina yekîtiya neteweyî. Rêya me hemûyan vekirî be.”

HEVDÎTINA BARZANÎ Û KCD-BDP DEST PÊ KIR

Piştê axaftina Demîrtaş, li ser navê partiyen sîyasî yên kurdan axaftin hatin kirin. Piştî axaftinan komên muzîk û foloklorê derketin ser dikê û bi stran û govendên xwe salvegera Komara Kurdistanê ya Mehabadê pîroz kirin.

Bername dê îro û sibê bi cîvin û panelan berdewam bike. Piştî konferansê Barzanî bi heyeta KCD û BDP'ê re hevdîtin pêk anî.

Ji ANF'ê hatiye girtin


 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 28 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Bila xebatkarên dewletê bi kurdî bizanibin'

ad

Kongreya BDP'ê dest pê kir

ad

Melekek 'Lady Godiva' ya Ahmet Guneştekîn li New Yorkê da nasîn

ad

Helbesta Bakur û halê helbestên lîseyiyan

ad

Kûpaya Tirkiyeyê: Va ne maçên bajarên kurdan

ad

160 roman bi hev re di pirtûkekê de

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname