Diyarname
Vê hefteyê 6 fîlm ketine vîzyonê, 3 ji derveyî Tirkiyeyê ne û 3 fîlmên tirkî ne. Ji nav van fîlmê îtalî "Le Otto Montagne" derdikeve pêş.
Fîlmê bi navê "Le Otto Montagne" (Heşt Çiya) bi navê "Sekiz Dag" li Tirkiyeyê xistine vîzyonê. Senaryoya fîlm ji romana bi heman navî ya Paolo Cognetti girtine. Fîlmê dramayê ku derhêneriya wî Felix van Groeningen û Charlotte Vandermeersch li Festîvala Fîlman a Cannesê derket pêşberî temaşevanan û Xelata Taybet a Juriyê girt.
Alessandro Borghi, Luca Marinelli, Filippo Timi û Cristiano Sassella di fîlm de dilîzin.
Fîlm çîrokek epîk ku jiyanê li çar demsalan vediqetîne û li sîh salan belav dike nîşan dide. Pietro û Bruno li Çiyayên Alpê di nav xwezayeke bêhempa dema zarok in hev nas dikin. Pietro bajarî, Bruno çiyayiyek e.
Di nav salan de her ku rastî hev tên hezkirin, windakirin, malbat û qedera xwe bi hev re parve dikin.
Va ne hemû fîlmên vê hefteyê:
- Le Nouveau Jouet / Derhêner James Huth
- Demon Slayer: Kimetsu No Yaiba / Derhêner Haruno Sotozaki / Anîmasyon
- Le Otto Montagne / Derhêner Feliks van Groenningen, Charlotte Vandermeersch
- Kestik Babacim / Derhêner Atakan Şatiroglu
- Gerçek Cinler 2 / Derhêner Onur Aldogan
- Motelde Katliam / Derhêner Musa Kuşçu