Hewlêr
Meclisa Bajêr a Kerkûkê der barê rewşa Kerkûkê de civînek awarte lidar xist û xwesteka xwe anî ziman.
Ji 32 endamên Meclisê 24 kesan xwest ku bajarê Kerkûkê bi Herêma Kurdistana Federal ve bê girêdan.
Di encama civînê de beyanameyek têkildarî rewşa Kerkûkê ji aliyê 24 endamên Meclisê Bajêr ve hate îmzekirin. Piştî civînê beyanameya hate îmzekirin, li çapemeniyê hate belavkirin. Hate xwestin ku Parlamentoya Iraqê jî vê beyanameya hatiye îmzekirin li ber çavan bigre.
Di beyanameyê de wiha hate gotin: "Em li gorî madeyên 2 û 3'yên zagona hejmar 13'yan ji rêveberiya taybet a bajêr daxwaz dikin ku ev daxwazên me ji Parlamentoya Iraqê re ragihînin. Daxwaza me ew e ku Kerkûk bi ser Herêma Kurdistana Federal ve bê girêdan."
Her wiha Rojnameya Hewlatî di hejmara xwe ya vê heftiyê de cih daye îtîrafên Endamê Eniya Turkmenan ku wekî nobedarê navenda Eniya Turkmane bû û di teqîna Kerkûkê ya roja duşemê hate lidarxistin de birîndar bûye. Mehemed, piştî ku birîndar bû, ket destê hêzên polîsan. Mehemed, li nexweşxaneyê îtiraf kir ku berpirsyarek Eniya Turkmenan ferman daye û ji wan re gotiye "Dema xwepêşandan hatin kirin, hûn dikarin gule berî xwepêşandêran bidin."
Mehemed ku bi eslê xwe turkmen e, di sala 1987'an de ji dayik bûye. Mehemed, di Şîrketa Ewlekariyê bi navê El Hayat de dixebite. Ev şirketa taybet, ji bo parastina navend û cihê Eniya Turkmenan peywirdar e.
Ji DÎHA'yê hatiye girtin