Diyarname
73'yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlîne "Berlînale" îsal di navbera 16-26'ê reşemiyê de li dar dikeve. 18 fîlm ji bo Xelata Hirça Zêrîn dikevin pêşbaziyê. Fîlmên bi ser bikevin 25'ê mehê bi merasimeke dê bêne xelatkirin. Derhênerên kurd jî bi berhemên xwe beşdarî festîvalê dibin. Bernameya festîvalê, fîlmên di pêşbaziyê de ne hatin eşkere kirin.
Ji 67 welatan 283 fîlm girtine nava bernameyê. Di nav beşa pêşbaziya mezin de 18 fîlm hene. Serokatiya Juriyê îsal lîstikvan Kristen Stewart girtiye ser milên xwe. Ewê fîlmê serketî diyar bike.
XELATA RÛMETÊ DIDIN SPIELBERG
Festîvala ku her sal kesek bi Xelata Hirça zêrîn a Rûmetê rûmetdar dike îsal vê xelatê dide derhênerê navdar Steven Spielberg. Ji bo Spielberg beşek taybet saz kirine û di vê beşê de 8 fîlmên wî yên berê kişandibûn nîşan didin.
Fîlmê derhênerê ji DYA'yê Rebecca Miller "She Came to Me" wekî fîlmê destpêkirina festîvalê dê bê nîşandayîn.
DERHÊNERÊN KURD LI FESTÎVALÊ NE
Hin derhênerên kurd jî bi berhemên xwe dê li festîvalê cih bigirin. Çend fîlmên derhênerên kurd ên li Ewropayê dijîn ji bo bernameya festîvalê hatine hilbijartin. Ji van fîlmê derhêner Ayşe Polat ê bi navê "Im toten Winkel" (In the Blind Spot) di beşa "Encounters Film" de tê nişandayîn.
Fîlmê Helîn Çelîk ê bi navê "Anqa" di beşa "Forum Fîlm" de tê nîşandayîn.
Fîlmê Mahsum Taşkin "Bêkes" jî di beşa "Talent Project Market" de cih digire.
Li aliyê din ji Tirkiyeyê fîlmê Burak Çevik "Unutma Biçimleri" di beşa "Forum"ê û fîlmê Ahmet Necdet Çupur "Pastoral Pathfays" jî di beşa marketîngê de cih digire.
Fîlmên di pêşbaziya mezin de ji bo Xelata Hirça Zêrîn dê bikevin qayişkêşanê ev in:
PÊŞBAZIYA SEREKE:
- 20.000 Species of Bees / Derhêner Estibaliz Urresola Solaguren
- The Shadowless Tower / Derhêner Zhang Lu
- Till the End of the Night / Derhêner Christoph Hochhausler
- BlackBerry / Derhêner Matt Johnson
- Disco Boy / Derhêner Giacomo Abbruzzese
- Le grand chariot (The Plough) / Derhêner Philippe Garrel
- Journey into the Desert / Derhêner Margarethe von Trotta
- Someday We’ll Tell Each Other Everything / Derhêner Emily Atef
- Limbo / Derhêner Ivan Sen
- Mal Viver (Bad Living) / Derhêner Joao Canijo
- Manodrome / Derhêner John Trengove
- Music / Derhêner Angela Schanelec
- Past Lives / Derhêner Celine Song
- Roter Himmel (Afire) / Derhêner Christian Petzold
- Sur I%Adamant (On the Adamant) / Derhêner Nicolas Philibert
- The Survival of Kindness / Derhêner Rolf de Heer)
- Suzume / Derhêner Makoto Shinkai
- Totem / Derhêner Lila Aviles
Derhêner Ayşe Polat bi fîlmê "In The Bilind Spot" li festîvalê ye.
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.