Nameyek bo Huseyîn Xizrî
Sîdar Jîr
Dizanim carnan gotin dibin girêk û di qirika mirov de dimîne… ev dem, ev dema ku ez vê nameyê ji warê ku te wesêta xwe lê kiriye diþînim jî, gotin dibin wekî bizotên êgir di devê mirov de. Bi çavên te yên ku niha li mala hawariya te, di wêneyên bi dîwêr ve daleqandî de dikenin dikim, bi qasî ku te ji Amedê hez dikir sond dixwim, ew çavên te yên li ken niha me bi girî ve dike…
Belê xortê çeleng bi serê te sond dixwim te ji her þehîdî bêhtir Amed êþandiye… tê bîra min bi kêmanî ji bîst û pênc salan û vir ve ye, tê bîra min… Amedê ji bo hemû þehîdên Kurdistanê reþ girêdaye û þîn girtiye. Nizanim, lê te ji hemû þehîdên bîst pênc sedsalan û pbîst û pênc salên dawîn bêhtir agir bera Sûrên Amedê daye… devê min nagere, nizanim ez ê çawa lomeyan li te bikim Huseyin Xizrî! Nizanim ez ê çawa lomeya xwe vebêjim ji giyanê te yê pakrewan re…
Vî bajarî Mazlûm dît, fermandarê fermandaran bihîst, pakrewanên wekî bazan, þervanên ku þûrên wan sirûd diqîriyan dît… Lê qet ciwanekî di destpêka bîstsaliya xwe de nedîtiye ku þîngirtina xwe kiribe wesêt li Ameda berxwedêr! Di kiþikê de navê vê mat e. Amed di matema te de mit e, mat e, matmayî ye, mat lê sar e…
Wekî hemû þînên þervanên welatê nedibû Huseyînê min… divê bihata qîrîn. Min dît Huseyîn, bi wan çavên te yên li ken dikim min dît… Ew keçên wekî xezalên Avaþîn, bazên Zagrosan û kulîlkên Serhedê mil dabûn xortên ku bi salan e mirin li vî bajarî kuþtine û þîna te yan jî jîna te li Amedê digerandin. Her serê kuçe û kolanan du dilop û du dest, du rondik û dilekî dilerizî lê zêde dibû…
Bi her çavlêketina çavên te yên li ken, þaþika þêxên derewîn ên xwedawapînok li ber çavên reþ û rengîn ên rêhevalên te reþ dibûn, agir ji dev û çavên wan dipekiyan heta Tehranê, da ku xwe bigihînin darên sêdara te ya li ber ba dibe biþewitîne û ariya wê tevli çemê Dîcle û Feratê bike… da ku tifî rûyê hemû þêx û seyidên derewîn û xwedaxapînok ên ecem bikin…
Erê, Huseyînê Xizrî, bi çavên te yên li ken sond dixwim, hemû rêhevalên te piþtî wesêta te sond xwarine ew ê bêhtir ji Kurdistanê hez bikin… ew ê çavên te yên liken ligel ala Kurdistanê li hemû kuçe û kolanên welêt bialînin û wekî rim û misasan di çavên dijminê te de biçikîne… wê sêdara wan di dilê wan de lidar bixe…
Kurê çavliken ê gul û periyan te baþ hay ji Mehabad, Helebçe û Qamiþlo hebû… marên reþ ku devê wan li kevirên reþ kev bi wan vedabû, ketibûn haletê mirinê… Amed jî hatibû jahrkirin. Panjahra wan hemûyan tu û rêhavlên te yên xwedawendî ne… ma qey te nizanîbû ew mar wê dev ji we bernede? Qey cî û stareyek tunebû li vî welatê çar xelek ku te xwe bida ber siya sûreke wî?... Çavên te yên govendgeran maç dikim Huseyînê min… bi hesreta kilên di çavên keçên welatê te de zuha bûye.
Bi qasî þerma li rûyê hemû cîhanê ku tu kes qet lê ho venade tu bûyî alek di mista ciwanên cengawer ên Amedê de…
Bila banûyên pordirêj vê jî ji te re bîne rêhevalê me, ne tenê hawariya te li Amedê ye. Rûyê te yê li ken ala te ya serxwebûnê li dilê welatê te çikandiye. Çi gur û wawîk dev biavêjinê jî ne xem e êdî… Hemû kesî bi wesêta te bêhtir tifî rûyê þah û þêxên îslamê yên ecem kiriye. Tifî rûyê wan kesên li cem Xwedê jî wê fedîkar û rûreþ bin kiriye.
Bila çavên te tim li ken bin awirçeleng, Amed û çar hêlên welatê te bi hev re wesêta te aniye cî... wekî ku te xwestiye.
Bi hesreta ku te ji bo gelek tiþtan kiþandiye çavên te maç dikim pakrewanê min.
Reþemî 2011- Amed
***
05.05.2014 / Azadiya Welat