Diyarname
Li ser înternetê kovareke li ser sînemayê bi navê cinedergi derket. Kovar mehê carekê dê derê.
Malper di navnîşana www.cinedergi.com de dest bi weşana xwe kiriye û di hejmara xwe ya yekem de fîlmê “O…Çocuklari” kiriye manşet.
Di her hejmara kovarê de dê agahiyên li ser sînemayê, fîlmên ku ketine û dê bikevin vîzyonê, hevpeyvîn, şirovayên li ser fîlman, lîstikvanênwan bêne kirin.
Cine dergi di formata kovarê de tê amadekirin, mehê carekê dê bê weşandin û tenê li ser înternetê tê weşandin.
Kovara ku ji aliyê Banu Bozdemir, Firat Sayici û Serdar Akbiyik ve tê amadekirin û weşandin yekem hejmara xwe di vê gulanê de weşand.
Di vê hejmarê de bi Sirri Sureyya Onder, Kurşat Kizbaz, Burak Sergen re hevpeyvîn hatiye kirin, li ser fîlmên Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê nûçe çêkirine.