Qamişlo
Bi beşdariya şêniyên Efrînê, endamên Komeleya Efrîn a Civakî, pêşangeha wêneyên zarokên Efrîn û Şehbayê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê hate vekirin. Ew yek bi armanca geşekirina behreyên wan pêk hat.
Piştî vekirinê, şênî li nava pêşangehê geriyan. Di pêşangehê de 100 tabloyên curbecur hene; wêneyên bi rengê darî û avî.
Zarokan di wêneyên xwe re êrîşên dewleta Tirkiyeyê ên li dijî Efrînê, birîndarî, şehîd û wêraniya ji ber balafir û tankan dan pêş. Her wiha di hin tabloyan de kevenşopiyên Efrînê ji cil û rêûresman û darên zeytûnê ku nîşaneya aştiyê ye hatin pêşandan. Pêşangeh 3 rojan dê vekirî bimîne.
ANHA


