logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Lîstika “Şengê û Pengê” li Stenbolê tê lîstin

Ji bo ku zarokên kurd jî ji şanoyê bêpar nemînin lîstika “Şengê û Pengê” ji bo wan derdikeve ser dikê. Lîstik piştî Mêrd

  • Dîrok: 18/04/2014
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Diyarname

Ji bo ku zarokên kurd jî ji şanoyê bêpar nemînin lîstika “Şengê û Pengê” ji bo wan derdikeve ser dikê. Lîstik piştî Mêrdînê vê carê li Stenbolê tê lîstin.

Teatra Zîv, li Mêrdînê ji bo lîstika “Şengê û Pengê” hate cem hev û li ser xwesteka “Ji bo zarokan em dikarin çi bikin?” hate avakirin. Lîstikvanan bi provayên êvarî, lîstika xwe di nav meh û nivekê de derxistin ser dikê. Lîstik pêşî li Mêrdînê roj 5’ê adara 2014’an, dûre li navçeyên Mêrdinê û her wiha li Amedê derket pêşberî temaşevanan û nêzî sê hezar kesî lê temaşe kir. “Şengê û Pengê” niha jî li Stenbolê derdikeve ser dikê. Lîstik wê roja 26’ê vê mehê li Stenbolê, li Su Gosteri Merkezî sate 14.00’an de bê lîstin.  

Derhênerê lîstikê Çetoyê Zêdo ye. Ew bi vê lîstikê dixwaze balê bikşîne ser folklora kurdî û malzemeya teatral yên di folklora kurdî de. Çîroka “Şengê û Pengê” li hemû herêmên Kurdistanê bi navên cuda tê zanîn. Derhêner Zêdo taybetî ji bo zarokan çîroka Şengê û Pengê wekî şano ji nû ve nivîsiye û derheneriya lîstikê jî kiriye.

Teatra Zîv komeke nû ya şanoyê ye û ev yekemîn lîstika wan e. Her wiha Şengê û Pengê wekî pirtûk jî ji Weşanên Filîtto derket.

Di koma şanoyê ya bi navê Teatra Zîv de wekî lîstikvan Umît Aktaş, Zelal Yildirim, Sultan Çaça, Hediye Cevizci, Zeynep Guneş, Ronî Tuzun, Mehtap Yildirim û Hossain Zêdo cî digirin.


Çîrok Şengê û Pengê 

Çavşîna Bizin û du karikên xwe, yên bi navê Şengê û Pengê, di şikeftekê de dijîn. Ji bo ku Çavşînê, Şengê û Pengê bi şîr xwedî bike her rojê diçe li zozanan diçêre. Dema Çavşînê ji mala xwe derdikeve, karikên xwe tembî dike ku ji bilî wê derî li tu kesî venekin. Ji bo ku karikên wê jî derî lê vekin "Starana Şîr" dibêje. Ev staran dibe paroleya wan û tene ew pê dizanin. 

Jiyana wan her rojê wiha bi kêgxweşî didome. Rojekê, dema ku Çavşînê diçe zozanan, Guro bi wan dihise. Piştî ku bizin diçe, tê ber deve derî û karikan dixapîne... Çavşînê dema vedigere, dibine ku derî vekiriye û karikên wê ne li wir in. Çavşîna Bizin bi hêrs li zarokên xwe diğere. Ji Hirçê û Rovî dibîhîse ku Guro karikên wê biriye. Diçe bi Guro re şer dike û herdu karikên xwe ji Guro xelas dike...

Derhêner Çetoyê Zêdî li ser lîstika zarokan û lîstika Şengê û Pengê ev yek ji bo me got: “Ji bo şanoya zarokan berhem kêm in, lê kêmasî ne ji vê yekê ye. Zarok li her derê zarok e, lê bi kurdî zaroktî tiştekî wêdetir e. Mezin ji dest me çûn, bila zarok ji dest kurdî neçin.”


Mikurhatinek ji bo kenê zarokan


Zêdo ji bo şanoya kudî dibêje ger em dixwazin temaşeva xwe zêde bin divê em bi baldarî nêzî zarokan bibin wiha didomîne: “Gere em ji bo zarokan gelek berhem û pêşandeyên din derxinîn, ev deynê me ye. Ku mirov hinekî bi xîret be, bi derfetên hêsa dikare gelek şanoyên ku bala zarokan tevî mezinan derîne. Ku mirov carekê çav li kenê zarokan bibe û wê gelek tiştên din bixwaze ji bo wan bike, ez dibêm me ji bo zarokan û kenê wan heta niha xwe neêşandiye, ev jî bila wekî mikurhatinekê be.” 

Derhêner Zêdo dibêje bi xîreta şanoger û dezgehên kurdî mirov dikare ji bo zarokan û mezinan pêşandanên baştir derxe ser dikê û van yekan lê zêde dike: “Şanogerên me tenê bala xwe bidin folklora kurdî ew ê pêrgî bi sedan çîrok û naverokên têr û tije bibin, hemû tişt di vê xîretê de ye. Tenê bila dest pê bikin û li der û dora xwe binêrin, şanoya cihanê çi dikin, ew çawa dikin? Wê demê xweştir tê dîtin ku divê em jî çi bikin yan çi nekin.” 


Kunye

Lîstik: Şengê û Pengê

Nivîskar/Derhêner: Çetoyê Zêdo

Cigirê Rejî û Dramatûrjiyê: Umit Aktaş

Şêwirmendê Folklor û Adaptasyonê: Sîdar Jîr

Asîstana Rejiyê: Sultan Çaça

Muzîk: Ardîxan

Dekor: Hediye Cevizci

Kostum: Zeynep Guneş

Makyaj: Mehtap Yildirim

Efekt û Ronahî: Ronî Tuzun

Karîkatur: Musa Yildiz

Afîş: A.Rahman Çelik

Mawe: 35 deqe

Temaşevan: +6

Lîstikvan:

Çavşînê/Dayê: Zelal Yıldırım, Sultan Çaça

Şengê: Hediye Cevizci

Pengê: Mehtap Yıldırım, Zeynep Güneş

Guro: Ümit Aktaş, Hossain Zêdo


Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

news
  • 17 10 2026

Li vîzyonê vê hefteyê

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Bi sedan bûk û zava bi yek carî de zewicîn

ad

Amed Sporê peymana teknîk dîrektor Aykan Atikî betal kir

ad

Dengbêjan li Amedê deng vedan

ad

Tevgera Goran: Bila referandûm bê paşxistin

ad

Felekedîn Kakeyî jiyana xwe ji dest da

ad

ÎHD'ê belavokên bi kurdî û tirkî belav kirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname