Diyarname
Ji roja ku şoreşa Sûriyê di 15 adara 2011'an de dest pê kiriye û heta niha Sûriye ji her alî de dikele. Nivîskaran jî dest bi avakirina rêxistineke alternatîfa "Yekîtiya Nivîskarên Ereb" dezgeha fermî ya Sûriyê kir.
Komeleya (bi gotineke din Malbend an Hevgirtin) Nivîskarên Sûrî bi hin nivîskarên kurd ên kurdên Sûriyê re jî ketine nav têkiliyê û ji wan xwestine ku di nav de cih bigirin. Ji bo avakirina vê malbendê malpereke jî hatiye avakirin û biryar girtine ku malper hem bi erebî, hem bi kurdî be.
Komeleya Nivîskarên Sûriyê ji bo avabûnê daxuyaniyeke weşand û em vê daxuyaniya wan diweşînin. Vaye ew daxuyanî:
"Daxuyaniya damezirandinê
Komeleye (Malbendeke) çandî û azad e. Deriyê endametiyê ji bo hemû nivîskarên Sûriyê, bîr û baweriyên wan yên wêjeyî û ramanî çibin bela bibin, vekiriye.
Herwisa deriyê malbendê, li ber hemû nivîskarên ereb (Nivîskarên Erebistanê jî di nav de) û yên ne ereb û piştgiriya miletê Sûriyê dikin, wekî endamên rûmetê, vekiriye.
Nivîskarên filestînî jî, yên ku li Sûriyê dimînin, dikarin mîna nivîskarên sûrî hemû mafên endametiyê bidestbixînin.
***
Malbend li ser bingeha pirrengiya çandî, ya ku pirrengiya xwe ji civaka sûrî girtiye, hatiye holê. Ev yek me dajo ber perpirsiyariyeke mezin, ew jî jiholêrakirina sedemên binpêkirina çandên cuda yên pêkhatên Sûriyê ye. Da ku derfetên derbirînê û afirandina bi zimanên xwe yên taybet li ber wan bêne vekirin. Di serî de her du ziman, yê kurdî û yê aşûrî-suryanî.
Pêdiviyên damezrandinê:
Mil bi mil û li kêleka şoreşa miletê Sûriyê ya ji bo azadî, rûmet û geşbûneke niştimanî, em rewşenbîrên sûrî ku ji palgeh û bîrûbaweriyên cuda tên, me biryar da ku em malbenda nivîskarên Sûriyê damezirînin. Ev gav weku beşdariya me ya di şoreşa Sûriyê de ye, çi li hundirê welêt be, çi jî li derve be û bi helwesta xwe li kêleka miletê me yê ku şoreşê birêvedibe, cih digrin. Herweha pêdiviya me bi çarçoveyeke demoqrat û serbixwe ya ji bo hemû nivîskarên Sûriyê, heye. Da ku karibe bibe neynika reyalîteya Sûriyê ya nû ku îro ro li kolanên azadiyê jidayik dibe.
***
Di riya avakirina vê malbendê re, em ê ji bo vê armancê kar bikin, da ku çand rola xwe ya guherandinê, rexnegiriya bingehîn û azadkirinê, li xwe vegerîne. Wisa rewşenbîr jî serbixwebûna xwe bidestbixe û rola xwe ya nûkirina di warê ramanî, exlaqî û hunerî de bilîze. Da ku di riya parastina maf û azadiyên hemwelatiyên xwe û yekîtiya wan re, em di rêza miletê xwe de cih bigrin.
Bi dehên salane ku çand xizmeta derûdorên rêjîmê dike û hejmareke ne biçûk ji rewşenbîran weku zirne û çavdêrên sextekar ji bo rêjîmê kar dikin.
***
Hêviya me ew e, ku malbenda nivîskarên Sûriyê ji bo danûstendina di navbera xwediyên bîrûbaweriyên wêjeyî û ramanî yên cihê de, bibe hemêzeke germ. Wisa jî bibe qadeke rexnegeriyê û jihevxistina çanda yekreng, ya ku partiya Baas bi dehê salane, bi desthilatdariya xwe ya zordar, bi destên hêzên ewlekariyê û bi kirinên xwe yên binpêkirina mafan, di riya „yekîtiya nivîskarên ereb“ re, cihbicih kiriye.
***
Ev malbend bi wê yekê mijûle, ku ji bo helbestvan, nivîskar, ramangir û wêjevanên Sûriyê yên azad ku di avakirina Sûriyeya nû de beşdarin û pêdiviya wan bi çarçoveyeke danûstendinê heye, bibe qadeke hevbeş û pencereyeke azad. Bi vî awayî tevgera guherandina ji rêjîmeke zordar ber bi rêjîmeke demoqrat, sivîl, pirreng û azad, li ser bingeha hemwelatîbûnê, xurtir dibe û ji bo afirandinê û berhemdayîna di warê wêjeyê û ramanê de derfet berfirehtir dibin.
***
Di hundir cografya Sûriyê de, zordarî, binpêkirin û berbendkirina azadiya raman û derbirînê, bê cudahî, her pênûşilgir dabû ber xwe. Em jî di wê baweriyê de ne ku, malbend karibe vê valahiya ku sîstema yekpartîtiyê, di nav nivîskaran de, li pey xwe hiştiye, dagire. Ev siyaset bû sedem ku rewşenbîrên Sûriyê dûrî hev bikevin û hêza çandê bê pûçkirin. Vê yekê cihê Sûriyê di warê çand û wêjeyê de, hem li cîhanê û hem jî di çavên xelkên Sûriyê bi xwe de, qels kir. Vê rewşê welat ji ramana nûxwaz û wêrek, ji xeyala vekirî û bê sînor, ji rexneya siyasî û civakî ya afirêner û ji giyanê azad û nûjen, bêpar kir.
Hêviya me ew e ku, em beşdarî nûkirina nirxên giştî yên zanîn, kar û afirandinê bibin. Berevajî bilindahiya nirxên ku îro ro di riya desthilatdarî, pere û keysbaziyê re hatine bicihkirin.
***
Daxwaz jinûveavakirina taybetiya çanda Sûriyeyî ya hilweşiyayî ye. Ev yek wê di çarçoveya tevgera çanda erebî de, bi danûstendina bi destkeftiyên şoreşên erebî re û di çarçoveya derfetên ku di qada cîhanî de vedibin, pêk bê.
***
Komeke biçûk ji nivîskar û helbestvanên sûrî, li derve û li hundir, li pey ramana damezrandina malbendê ne. Ev raman weku pêdiviya hemû nivîskarên Sûriyeyî bi çarçoveke hevbeş, ku karibin piştgiriya miletê xwe bikin û ji bo jinûvebicihkirina rola rewşenbîriyê û rewşenbîr di jiyana civakê de, hate holê. Kom, li gor derfetên xwe, bi nivîskarên sûrî yên derve û hundir re ketin têkiliyê û ji bo serkeftina pêkanîna vê ramanê, çi ji destê wan hat, kirin.
***
Eşkerekirina damezirandina malbendê, dê rê li ber gelek pirsên girêdayî sîmayên wê, rol û şêweyên rêxistin û birêvebirina wê vebike. Bê guman, wê bersiva van pirsan hemuyan ne gangaz be. Ji ber ku di vê qonaxê de, wê hemû hêza malbendê û endamên wê di xizmeta vê guherandina mezin de be, ya ku li welatê me yê xoşewîst dibe. Guherandina ji rewşeke diktatorî ber bi rewşeke demoqrat ve. Pirsa herî giring ya vê qonaxê, wê girêdayî rola malbendê ya xurtkirin û kûrkirina vê guherandinê be. Ev yek bi xwe roleke wijdanî û exlaqî ya li benda nivîskare, ku karibe di vê kêlîka dîrokî ji jiyana milet û welatê me de, bilîze.
Komeleya Nivîskarên Sûriyê"
Ji bo kesên eleqedar jî vaye navnîşana malperê:
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.