Diyarname
Li ser nav nivîskar û sosylog, xwemxurê kurdan û zanyariyê İsmail Beşikçi weqfeke bi navê "Weqfa İsmail Beşikçi" vebû.
Di 29.11.2011'an de bi weşandina nivîsa di Rojnameya Fermî de weqfê îlana xwe erê kir û paşê ji midûriyeta weqfan erê kir. Bi vê yekê re Weqfê dest bi xebata xwe kir lê weqfê bi awayekî fermî di 07.01.2011'an de ji bo raya giştî avakirina xwe ragihand ji ber ku ev roj roja rojbûna Beşikçi bi xwe ye.
Li ser navê rêveberiya weqfê daxuyaniyeke hate weşandin û wisa hate gotin: "İsmail Beşikçi wekî wijdana mirovahiyê, enîbilindê zanyariyê, rûmetê rewşenbîriyê û bi rawestana xwe ya bi biryar di dilê hemû hêzên demokrasiyê û di nav dilê gelan de bûye xwedî ciheke qedirbilind. Me jî bi vê weqfê xwe navê wî ragihînin pêşerojê."
Weqfa İsmail Beşikçi dê bike ku navê Beşikçi, berhem û fikrên wî bide jiyandin; di warê zanyarî, civakî û çandî de lêkolînê bike; dê bike ku pirtûkxaneyan, enstîtuyên zanistî, arşîv û dokumantasyonan veke. Her wiha ew dixwazin bi pêşbaziyan Xelatên İsmail Beşikçi jî bide, xebatên çapemenî, weşan-çapê bike.
Niha di bin banê weqfê de koleksiyona Beşikçi ya ji pirtûk, kovar, rojnameyan pêk tê ku Beşikçi ev 60 sal in bi hûrbûnî ew parastine jî cih digirin.
Heyeta Mutevellî ya Weqfê ji İsmail Beşikçi, İbrahim Gurbuz, İshak Tepe, Talat İnanç û Abdullah Baran, Rêveberiya Weqfê jî ji İsmail Beşikçi (Serok), İbrahim Gurbuz (Cîgirê Serok), İshak Tepe (Hesabgir) Ruşen Aslan (Endam) û Ahmet Onal (Endam) pêk tê.
Li gor agahiyên Cîgerê Serokê Weqfê İbrahim Gurbuz dan me niha weqif vekiriye lê di mehên pêşiya me de dê bi merasimeke mezin vekirina weqfê bikin û pêre jî dest bi xebatan bikin.
Ji bo kesên eleqedar navnîşan:
İsmail Beşikci Vakfi Kuloglu Mah. Ayhan Işik Sok. No: 21/1 Beyoglu/İstanbul
Foto: Cemil Oguz


