• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Nivîsênkarên Mêvan

Li Gundê Keçelan Xaniyên bin êrdê

Dîrok : 16 06 2022 | Beþ :

Nivîsênkarên Mêvan

Melîk Aykoç

Gundê Keçelan bi qasê 27 kîlometreyan li baþûrê bajarê Hewranê ye. Niha navê wê kirine “Beklemez” çima ev nav, gelo gundî li benda karmendê xwestiye navekî li gund bike nesekinîne, yan çi? Gundekî piçûk e û çend mezrayên xwe yên piçûk jî hene. Li hawîrdora gund baxirên kilsê û nerm hene. Ev dever xwerû di serdeme keyê Xaldî / Urartuyan Îþpûnî de dikeve bin destê xaldiyan, lema gelek kevneþopiyên wê serdemê li herêmê tê dîtin. Peyva “Hewran” bixwe peyveke kevn e. Li Rojava devereke hinekî çiyayî heye, ji wir re jî

Hewran dibêjin. Her wiha tê bawerkirin ku ew êla li wir dijî, ji Huriyan maye. Xaldî /Ûrartu jî beþeke Hûriyan e. Têkiliya herdu cîgehan bi hev re çi ye, ta niha nayê zanîn, bila ev tenê weke agahiyekê bimîne. 

Belê berhemên dema xaldiyan ne tenê keleh, rê û bendav in, her wiha li deverên destdayî bajarên bin erdê jî ava kirine. Wek mînak bajarê antîk ê Meya ku ser bi Giyadînê ye. Dîsa li tevahiya herêmê þikeftên bi tevþo û kulingan hatine teraþtin, hene. Li vê herêmê jî baxirên nerm yên kilsê hene. Di nava gel de xaniyên bin erdê, heta hin jî ji wan re bihuþta bin erdê jî dibêjin. Bi pirranî wekî stargehên xweveþartina di dema þer de ne. Bê wî bajarê bin erdê, di devê çeman û di geliyan de jî gelek þikeftên çêkirî hene.

Ev xaniyên binê erdê bi qasê kîlometrekê li baþûrrojhilatê gundê Keçelan, taxa þikeftan, yan ji bi navekî din taxa Birayan e. Li vir gelek newalên asê hene. Di newalekê de ya ku ber bi rojhilat û rojava ve dirêj dibe, di baxirên berê wan li baþûr de hatine kolandin. Mirov dikane di çend cihan de mîna dakeve binê bîrekê di forma bîran de bi metrekê berahiyê hatiye kolan piþtî mirov dadikeve jêr, ango binê bîrê deriyekî çarnîþk derdikeve pêþiya mirovan. Yanê bi tevahî mîna hin çîrokên li Ewrûpê jî tên gotinê ne. Ji wê jî, mirov xweber ji xwe dipirse, gelo kesayetiyên Wekî “Bruder Girimm” ev agahî û çîrok ji welatê me girtine, yan çi? Em dîsa vegerin li mijara xwe. Mirov di wan deriyan re dikeve nava malên binerd. Baxirên wir bi taybetî jî berê ku hewa lêxe gelek nerm e, mirov dikane bi hêsanî bikole. Dema hewa jî lêdixe hiþk dibin. A taybetiya wê ev e. Li gel baxirê nerm baxirên hiþk ên weke hestiyên di nava goþt de jî hene. Hemû jûrên hatine kolandin, di baxirê nerm de hatine kolandin. Lê jûrên tê de ne li ser planekê hinekê wisa tevlihev in. Di baxirên jor dê cihê ku mirov nikane xwe bigihînê de qulên hewa girtinê hene. Di hin cihan de jî di rengê rojingan de ne. Di hundir de gelek jûrên fireh hene. Mixabin ku xwelî ketiye hinan.

Jûra herî mezin dû re wekî kîlîse hatiye xemilandin û bi wî rengî teþe dane hundirê jûrê. Di dîwar de xaçek jî kolane. Her wiha tê de nartaksî, apsîs, kozikên keþeyan jî dû re hatine kolandin. Yanê, dibe ku ew di dema Ermeniyan yan jî dagirkeriya Bîzansan de lê hatibin zêdekirin, lew re hinek þibandine kîlîseyên Kapadokyayê. Li dîwaran jî hin wêneyên Îsa û pîroziyên xiristiyanan hatine kolandin, lê rengên wan bi pirranî weþiyane.

Li nêzê van xaniyên binê erdê li berpalekê, nekropoleke ji serdema Xaldî /Urartuyan mayî, heye. Lê nayê zanîn ka ew nekropola van xaniyên bin erdê ye, yan li nêzîkî wir bajarekî Xaldiyan jî hebûye. Mixabin gencînegeran tevahiya nekropolê ser û bin kirine, her wisa jûrên bin erdê de jî gelek rûxandine. Heta wisa kirine, hin nîþane hene mirov nizane ka çi ne.

Mixabin ku li vir jî lêkolînên zanistî hê pêk nehatine. Her wiha Navçeya Hewranê jî bi têgihîþtina dîroka bajarê xwe nêzîkê mijarê nabin.

Mîna ku bixwazin ku tev de biherifin û werin xwarê. Dema li mirovan þiyana neteweyî û dîrokî tinebe, mirov bi rengê dagirkeran nêzîkê deverên xwe yên dîrokî dibe. Heger ev li welatekî bipêþketî buya, wê niha di nava mîrata cihanê de bihata parastinê. Lê çawa di nava gel de dibêjin: “Malê elayê li ber hela yê!” Bi hêviya di nava gel de ji bo vir înîsiyatîfeke parastin û lêkolînên arkeolojîk pêk werin, hetanî mijareke din bimînin di nava xêr û xweþiyê de.

Yenî Ozgur Polîtîka

Hûn dikarin li van jî binêrin

Hêzên Pêþmerge dê bibin yek?

Hêzên Pêþmerge dê bibin yek?

01 01 2023

Metnên ewilî yên kirmanckî

Metnên ewilî yên kirmanckî

20 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meþûr

Serpêhatiyên Melê Meþûr

08 12 2022

Mala Lîstikê ava

Mala Lîstikê ava

24 11 2022

Ev jî hene

Kefendiz

Kefendiz

14 02 2019

Konvensiyona NY´yê ya li ser Mafên Zarokan

Konvensiyona NY´yê ya li ser Mafên Zarokan

01 12 2016

Nimûneya cûreyên devkî

Nimûneya cûreyên devkî

20 11 2018

Li Bakurê Sûriyeyê konsepta nû

Li Bakurê Sûriyeyê konsepta nû

18 04 2016

Ji þewata Sînemaya Amûdê heta ya Yilmaz Guney

Ji þewata Sînemaya Amûdê heta ya Yilmaz Guney

04 02 2017

Nivîsên Nû

Çorê ARDA

Romana nûjen an jî kevneþopîn?

Çorê ARDA

Çorê ARDA

Anatomiya Fermana Dîtiran

Çorê ARDA

Cemîl Andok

Kovarê kirmanckî

Cemîl Andok

Çorê ARDA

KORERÊYA VEBÊJ

Çorê ARDA

Omer Dilsoz

Gelo ev “bêqewlê” li kî derê ye?

Omer Dilsoz

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Rifat Arya/ Mesîla Dil
  • Mîrza Ronî
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2023 Diyarname