Diyarname
Sal 1992, Cih gundê Tepecîk ê Karaza Amedê. Bav Mehmet Ateş, kur Ramatan Ateş têne girtin û 30 sal ceza li wan tê barîn.
Sal 2022, Cih li ber girtîgeha Kayseriyê, Mehmet Ateş ê ku ev 30 sal in girtî ye tê berdan.
Çîrok bi vê naqede; kurê wî Ramazan Ateş ê ku wî jî 30 sal ceza xwaribû çend roj berê ji heman girtîgehê hatibû berdan.
Û niha, piştî 30 salan, piştî mayîna li gelek girtîgehan kur û bav careke din li Amedê, li ser axa xwe dê bên ba hev.
Belê çîroka kurdan ev e. 30 sal, gelek girtîgeh, dûrmayîna ji hev, ji malbatê, ji zar û zêçan û carek din pêl lêkirina li axa xwe...
Foto: MA
***
Nûçeyên bi vî rengî:
- Nivîskar Cîhan Ozyildiz piştî 30 sala hat berdan
- Nivîskar Rojbîn Perîşan piştî 30 salan hat berdan
- Piştî 30 salan bi 6 pirtûkên kurdî ji girtîgehê derket
- Piştî 30 salên girtîmayînê: Ez hê nizanim li bajar bigerim (Hevpeyvîn)
- Ji bîranên 30 salên girtîgehê: Bi aspirînê qansêr tedawî dikirin (Hevpeyvîn)