Diyarname
“Mîhrîcana Helbesta Kurdî li Derveyî Welat 2008” li Bonna Almanyayê li dar dikeve. Festîval Cegerxwînî bibîr tîne.
Festîvala Helbesta Kurdî yekem car di salên 90’î de li Qamişloyê di salvegera wefata helbestvanê navdar Cegerxwîn de li dar ket û di heman demê de festîvalî xelat jî dan helbestvanan. Festîvalê yekem xelat da helbestvan Jana Seyda. Festîvala Helbesta Kurdî îsal 13’emîn car li dar ket. Hin ji kesên ku festîvala helbestê li dar dixistin koç kirin û çûn Ewropayê. Niha digel festîvala ku li Qamişloyê li dar dikeve, li Almanyayê jî festivaleke ji bo helbestan li dar dikeve. Festîval bi navê “Mîhrîcana Helbesta Kurdî li Derveyî Welat 2008” îsal li Bonna Almanyayê dê di 2’yê meha pêşiya me, saet 13.00'an de li dar bikeve.
Festîvala ji aliyê Weqfa Şivan Perwer û Komeleya Xwendekarên Kurd ên li Almanyayê RAMAN’ê ve tê li dar xistin û ji hemû parçeyan helbestvan hatine vexwendin.
Helbestvanên kurd Arşêvê Oskan, Aser Osîê, Cankurd, Dr Ebdil Mecîd Şêxo, Ebdilrehman Efîfê, Dilyar Dêrikî, Husên Mê Hebeşê, Jan Dost, Dr Kamiran Bêkes, Keça Kurd, Kawa Şêxî, Mizgîn Hesko, Mihemed Îsmaîl, Nezîr Palo, Nedîm Yûsiv, Serhan Îsa, Selîm Biçûk, Xebat Şakirê, Xunav, Zîlan Dêbo ji bo festîvalê hatine vexwendin û ew dê beşdar bibin. Her wiha Ebîd Çelkî (ji Başûr), Hesen Îrandost (ji Rojhilat), Mihemed Tanrikulu (ji Bakur) jî wekî mêvanê rûmetê yê festîvalê hatine vexwendin.
Armanca festîvalê ew e ku hem Cegerxwînê navdar bibîr bîne, hem helbesta kurdî pêş bixe û di heman demê de jî helbestvanên kurd bigihîne hev.


