Diyarname
Li Enqereyê ji bo Serokatiya Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) hilbijartin hebû. Serokê niha Metin Feyzioglu û Serokê Baroya Enqereyê Ramiz Erinç Sagkan berendam bû. Li gor encama ne fermî Sagkan bi 182 dengan hat hilbijartin.
Serokê TBB'ê Metin Feyzioglu wekî kesekî kemalîst hatibû hilbijartin, lê van salên dawî bi alîgiriya hikumetê dihat rexnekirin. Gelek derdor jê bi gazin bû. Di rewşeke wisa de duh 36'emîn Lijneya Giştî ya Awarte ya TBB'ê li Navenda Çand û Kongreyê ya Av. Ozdemir Ozok de dest pê kir. Piştî axaftina îro hilbijartin çêbû. Ji 348 delegeyên TBB'ê 182 delegeyî deng dan Sagkan û ew hilbijartin. Berendamê din Feyzioglu 156 deng girtin. 10 delegeyî jî deng neda. Baroyên bajarên kurdan demek berê daxuyaniyeke giştî belav kiribûn û bang li kesê bê hilbijartin kiribû ku hurmetkarê mafên imrovan be. Her çiqas aroyên dengên xwe eşkere nekiribin jî meyla wan li ser Sagkan bû. Sagkan piştî bi ser ket twîtek belav kir: "Em bi ser ketin. Li welatê me tu parêzer, tu baro dê bi tenê neyê hiştin, tu hemwelatî bê parastinê dê neyê hiştin."