Diyarname
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlînê 'Berlinale' biryar da ku di 73'yemîn festîvalê de Xelata Rûmetê ya Hirça Zêrîn bide senarîst, sazdar û derhênerê sînemayê Steven Spielberg.
Berlina 73'emîn car dê di navbera 16-26'ê reşemiya 2023'yan de li dar bikeve. Festîvala ku her sal kesên ked dane vê qadê bi Xelata Rûmetê rûmetdar dike îsal ji bo vê xelatê navê Spielberg eşkere kir.
Amadekarên festîvalê diyar kirine ku ew let ji sazkarên navdar ê dinyayê, bi ser 100'î re fîlm û rêzefîlm kişandine, berhemên pir cureyî dane û di sînemaya xwe ya 60 salan de yekî tekane ye. Li aliyê din festîvalê eşkere kiriye ku piştî Merasima Xelatdayînê ya li Berlinale Palastê dê fîlmê wî yê dawî "The Fabelmans" jî bê nîşandayîn..
Derhêner Steven Spielberg di sala 1946'an de li hatiye dinê. Spielbergê ku heta niha bi fîlmên xwe gelek xelatên Oscarê girtiye, herî Zêde bi fîlmê "Listeya Schindler"ê ev xelat bi dest xist.Wî ev fîlmê di sala 1993'yan de hat kişand û bi vê xelata Derhênerê Herî Serketî, Fîlmê Herî Serketî jî di nav de di 7 waran de Oscar girt.