Diyarname
Ev du meh in li Îranê çalakiyên protestoyî didomin. Vê yekê bandor li Kûpaya Cîhanê ya 2022’yan ku li Qatarê li dar dikeve jî kir. Tîma fûtbolê ya Îranê piştgirî da çalakgeran.
Kaptan Hajsafî: Gelê me ne kêfxweş e
Kaptanê tîma neteweyî ya fûtbolê ya Îranê Ehsan Hajsafi berî maça ligel Îngilistanê bilîze daxuyanî da çapemeniyê û got, “Divê em qebûl bikin ku gelê me ne kêfxweş e.”
Kaptan Hajsafi li ser çalakiyan got ku ew hêvî dike dê li welatê wan guherîn çêbibe û ji bo malbatên kesên di çalakiyan de canê xwe ji dest dane sersaxwî xwest. Hajsafi wisa got, “Mirovên me ne kêfxweş in. Em li vir in lê ev nayê wê wateyê ku em nebin dengê wan, yan jî nayê wê wateyê ku em hurmetê nîşanî wan nadin. Em çi bikin em ji bo wan dikin, divê em bitêkoşin. Çi ji destê me bê divê em bikin. Gere em golan biavêjin û vê diyarî gelê Îranê bikin. Ez hêvî dikim ji bo mafê gel bê qebûlkirin dê guherîn çêbe.”
Sirûd nexwendin, protesto kirin
Roja maçê yanê îro jî tîma neteweyî ya Îranê ji bo piştgiriya protestoyan sirûda neteweyî nexwendin. Li Stada Xalîfe ku maç dê bihata lîstin temaşevanan di dema xwendina sirûdê de fîkandin û sirûd protesto kirin. Li stadê hin temaşevanan jî pankartê piştgiriya ji bo jinan vekirin.
Berdêla ji bo porê jinan
Lîstikvanê îranî Serdar Azmoun ku li tîma alman Bayer Leverkusenê dilîze wisa got, “Cezaya herî mezin ji tîma neteweyî avêtin e, lê ev yek ji bo têleke porê jinên Îranî berdêla herî biçûk e.”
Hin Nûçe:
- Hejmara kesên li Rojhilat û Îranê hatine kuştin eşkere bû
- YE û Îngilistanê ji bo Jîna Emînî hin biryar girtin
- Li ser çalakiyên li Îranê 4 agahiyên nû
- 12 Wezîrên Jin ên 12 welatan li ser jinên li Îranê daxuyanî dan
- Rêxistina Rojnamegeran: Li Îranê 41 rojnameger hatin girtin
- Li ser bajarên kurdan zordariya Îranê zêde dibe
- Ji Hunergeha Welat bo jinên Rojhilat
- Nar Sanat vê mehê ji bo jinên Îranê fîlman nîşan dide
- Ji Berfîn Aktay ji bo Jîna Emînî 'Min Xilasî Divê'
- Li Rojjhilat û Îranê rewşa dawî
- Ji bo Jîna Emînî li sehneyê porê xwe jêkir
- Çalakiyên ji bo Jîna Emînî didomin, va ye rewşa dawî
- Xelat diyarî Jîna Emînî, Malbata Şenyaşar û Dayikên zarokên wan winda kirin
- Wêneyê rojê: Ji bo Jîna Emînî