logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Ji bo Fûara Pirtûkan a Amedê bang kirin
  2. 'Dîtin û Bîrhatinên Min' derket
  3. ‘Vik û Vala’ bû pirtûk
  4. 'Naveroka hemû berhemên Mehmed Uzun kurd in, welat e û Kurdistan e'
  5. Festîvala Fîlman a Silêmanî didome
news-details

Ji bo berfirehî bê fêmkirin, ’Folklor û Civat’ hat amadekirin

Hema em gelek tiştî re dibêjin folklor. Lê bi rastî jî gelek tiştên em qal dikin folklor e? Folklor bi xwe çi ye? Têkili

  • Dîrok: 17/11/2022
  • Beş: Berhem

Diyarname

Hema em ji gelek tiştî re dibêjin folklor. Lê bi rastî jî gelek tiştên em qal dikin folklor e? Folklor bi xwe çi ye? Têkiliya wê û civakê, têkiliya wê û ziman çi ye? Têkiliya folklor û îdeolojî, têkiliya folklor û neteweyê çi ye? Niha pirtûkek li ber destan e û bersiva van pirsan û gelek pirsên din ên di vî warî de dide.

Pirtûka ku em qal dikin bi navê “Folklor û Civat” ji aliyê nivîskar û sosyolog Aram Gernas ve hatiye amadekirin û ji Weşanxaneya Nûbiharê derketiye. Pirtûk ligel sernavê xwe “Folklor û Civat”, bi van jêrnavan, “Folklor, wêje, ziman, çand, xeyset, muzîk, urf û adet, dîrok” hatiye pêşkêş kirin.

Nivîskar Gernas, salên dirêj daye vê pirtûkê, lêkolîn kirine, tişt dane hev û di dawiyê de pirtûkek berfireh û bi qîmet pêşkêşî xwendevanên kurdî kiriye. Ew li ser amadekirina pirtûkê wisa dibêje, “Lêkolîn û xwendinên min ên di derbarê folklorê, civaknasî, antropolojî, dîrok, ziman û hwd. de hem meraqa min xurtir kir hem jî ez avêtim nav deryayeke civakî.”

Nivîskar Aram Gernas li ser gelek şaxên folklorê xebitiye û yek bi yek ew bi cih kirine û wisa dibêje, “Min ji van şaxan çend mijar hilbijart da ku wêneyek ji hîmê folklorê derxim pêş. Da ku li ser mijar û averûyên folklorê pênas, hizir, rave û gengeşiyan zindî bikim. Da ku bal bikişînim ser girîngiya folklorê.”

Di pirtûkê de mijarên wekî “Folklor û îdeolojî”, “Folklor û netewe”, “Folklor û otontîzm”, “Folklor û ziman”, “Folklor û rojnamegerî”, “Folklor û muzîk”, “Folklor û wêje” jî di nav de gelek sernav û pêre girêdayî sernavên din hene. Wî mînak hilbijartine û rave kirine. Mînak, destan, destanên xwezayî nirxandine, pêkenok nirxandine, mînak qala helbesta lîrîk kiriye û gotiye, “Vegotina bi hêz û kelecanî ya hestên meriv e. Helbest bi honandin, lihevanîn, bedewî û nazikiya xwe li dilê meriv dixe û hestên meriv dikelîne. Di helbesta kurdî û stranên folklorîk de mînakên lîrîk gelek in.” Pêre jî klama “Besna” wekî mînak daye û gotinên wê pêşkêş kiriye. Bi vî awayî her ku qala mijarek kiriye, mînakên xwe ji nav deryaya folklora kurdî hilbijartiye.

Aram Gernas kî ye?

Aram Gernas ji Farqîna Amedê ye. Xwendina xwe ya seretayî, navîn û lîse li vir temam kiriye û li Înstîtuya Perwerdehiyê dest bi mamostetî kiriye. Di dema Derbeya 1980’yî de çend caran hatiye girtin, loma jî 1983’yan de çûye li Swêdê bi cih bûye. Li wir ji nû ve dest bi Zanîngeha Mamosteyî ya Bilind kiriye. Di nav karên kurdî de cih girtiye, bi salan karên edîtorî û nivîskariya kovarên wekî Roja Nû, Berbang, Çira û rojnameya Dengê Azadî kiriye. 

Ev 17 sal in vegeriya ye welat û li Amedê dijî. Heta niha wekî roman, şano, xeberoşk, stran û muzîka zarokan, werger, lêkolîn û hwd, yanzdeh pirtûkên wî derketine.

- Folklor û Civat / Aram Gernas / Nûbihar / 624 rûpel / 2022 / Folklor

Parve Bike

Youtube Me

DILDAya Selahattin Demirtaşî

news

Diyarname:Pirtûkeke helbestan, “Sola Qetiyayî” derket #diyarname #diyarname20salîye

news

Dilşêr Bêwar: Ez baş im

news

Yeqîn H.: Bîr

news

Kobanî û Cebelîtarik

news

Mesûd Qeya: Ro li ava ye

news

Omer Dilsoz: Em gelek hez ji hêkên gundan dikin

news

Festîvala FîlmAmedê bi xelatdayînê bi dawî bû #diyarname20salîye #podcast #diyarname

news

Film: Fîlmê Adîle Naşît tê

news

Dor 60 helbestên li ser evînî

news

Rewşa Îsmaîl Beşîkçî, 28.09.2025

news

Diyarname: Koma Amed li Amedê konserê dide #diyarname20salîye #diyarname #books

news

330 Saliya Mem û Zînê tê pîrozkirin #diyarname #diyarname20salîye #pirtûk

news

Diyarname çand Nûçe #news Kovara Dilop

news

Hogir Berbir: Keleha Rebetê Xezîneyeke Dîrokî ye

news

Berhem Çiîrokên liber Bayê Nûbihar #diyarname #news #diyarname20salîye

news

Berhem-Yaşar Eroğlu: 'Kula Faykeyê Spî' derket

news

Berhemeke dîrokî ya wêjeya kurdî: Terenumên Kurdî - Îlahiyên Dêran hat weşandinDîrok: 11/09/2025

news

Berhem: Gotinên Pêşiyan, Xezîneya Çanda Kurdî / Brahîm Alûcî / Belkî / 206 rûpel / 2025 / Folklor

news

Dilyar Amûdî: Hesasiyeta kurdan li hemberî rexneyancihûyekî

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 12 10 2025

‘Vik û Vala’ bû pirtûk

news
  • 11 10 2025

'Dîtin û Bîrhatinên Min' derket

news
  • 11 09 2025

Pirtûkeke helbestan, “Sola Qetiyayî” derket

news
  • 11 09 2025

Berhemeke dîrokî ya wêjeya kurdî: Terenumên Kurdî - Îlahiyên Dêran hat weşandin

news
  • 04 09 2025

‘Çîrokên li ber bayê’ ketin û hatin

news
  • 03 09 2025

Pirtûkek nû ya ‘Gotinên Pêşiyan’ derket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez baş im

  • Dilşêr Bêwar
news

Bîr

  • yeqîn h.
news

Ro li ava ye

  • Mesûd Qeya
news

Em gelek hez ji hêkên gundan dikin

  • Omer Dilsoz
news

Heke gotin xwîn bibin, ev nivîs ê bibe dilekî sekinî

  • H. Kovan Baqî
news

Toza Kelamê

  • Dilşêr Bêwar
news

Bi îstatîstîkan Rojava û hinên din

  • Cemil Oguz
news

Keleha Rebetê Xezîneyeke Dîrokî ye 

  • Hogir Berbir
news

Gotin Zinarên ‘Dara’yê nerm dikin

  • H. Kovan Baqî
news

Amed dimeşe wekî hişê min ê hîperaktîf

  • H. Kovan Baqî
news

Çol

  • yeqîn h.
news

Li xerîbiyê pel û kortik

  • Kadir Stêra
news

NEZANÎN

  • Dilşêr Bêwar
news

Ew warê dûr

  • Omer Dilsoz
news

Vedîtinên li Wanê û Sirên Şaristaniya Ûrartûyan

  • Hogir Berbir
Ev jî hene
ad

Şaredarê Elbakê ji peywira wî hate girtin

ad

Bakirhan: Dema şewat ê kurdan be ew 10 helîkopter li holê nîn in

ad

TUSÎAD'ê navê xwe guhart

ad

Romana Helîm Yûsiv ji bo tirkî hate wergerandin

ad

Serokê MHP'ê Devlet Bahçeli diçe Amedê

ad

Kurd çima ji PDK’ê bawer nakin?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Ji bo Fûara Pirtûkan a Amedê bang kirin

  • 12 10 2025
news

'Dîtin û Bîrhatinên Min' derket

  • 11 10 2025
news

‘Vik û Vala’ bû pirtûk

  • 12 10 2025
news

'Naveroka hemû berhemên Mehmed Uzun kurd in, welat e û Kurdistan e'

  • 11 10 2025

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2025 Diyarname