logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Nivîskarên kurd li ser Fûara Pirtûkan axivîn

Li dijî kurdan gelek hemleyên qirkirin û bişaftinê, komkujiyan ji aliyê dewletên mêtinger ve, pêk hatine. Her wiha kurd

  • Dîrok: 29/10/2022
  • Beş: Serbest

SOLÎN EHMÊ / QAMIŞLO

Li dijî kurdan gelek hemleyên qirkirin û bişaftinê, komkujiyan ji aliyê dewletên mêtinger ve, pêk hatine. Her wiha kurd ji mafê axaftina bi zimanê dayîkê bêpar hatin hiştin û di aliyê çandî de hatin pişaftin.

Piştî destpêka Şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’yan li rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çand hat vejandin û derfet ji hemû pêkhateyan re peydabû ku zimanê xwe yê zikmakî bi awayekî fermî di dibistanan de fêr bibin, wî ji siyasetên bişaftin û qirkirinê biparêzin.

Bi damezirandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, gelek çalakî û mîhrîcanên wêjeyî yên ji bo parastina zimanên gelên herêmê ji bişaftinê, pêşxistina çanda xwendinê û nivîsandinê di civakê de, hatin lidarxistin nexasim Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a ku salane li ser asta Kurdistanê û cîhanê tê lidarxistin.

6’emîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol di 22’ê Cotmehê/Kewçêrê de, li hola Zana ya bajarê Qamişlo bi dirûşma “Pirtûk Serweta cîhanê” bi beşdariya bêhtirî 50 weşanxane, pirtûkxane, saziyên rewşenbîrî û navendên lêkolînan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şam, Heleb, Laziqiyê, Iraq, Başûr û Bakurê Kurdistanê, Misir, Tirkiyê û Ewropayê, hat lidarxistin.

PARASTINA DÎROK Û ÇANDA KURDÎ

Der barê girîngiya vê pêşangehê de, nivîskar û lêkolerê kurd Salihê Heydo yê ku bi 60 sernavên li ser dîroka kurdayetî, kevneşopî û çanda kurdî, çîrok, dîwaneke taybet ji bo zarokan û jiyannameya xwe, beşdarî pêşangehê bûbû, wiha axivî: “Min xwest ku ez pirtûkên xwe bi rêya vê pêşangehê pêşkêşî gelê xwe bikim, ji sala yekê ya lidarxistina vê pêşangehê ez beşdar dibim.”

Heydo diyar kir ku ew her sal pirtûkên xwe di beşeke taybet de dide pêşandan û got: “Hejmara sernavên min gihîşt 76 ku piraniya wan li ser kurdayetiyê ne, ez bi 60 pirtûkan beşdarî pêşangehê bûm, ji ber wê jî Komîteya Alîkar ji bo min beşek eyar kir da ku ez pirtûkên xwe tê de pêşan bidim.”

Di pêşangehê de 130 pirtûk bi 13 hezar sernavên çandî, dîrokî, wêjeyî, siyasî û civakî, her wiha beşên zarok û jinan, bi zimanên erebî, kurdî (Kurmancî, soranî û zazakî), îngilîzî û fransî, hatin pêşandan.

Heydo bal kişand ser girîngiya vê pêşangehê bi giştî û ji zimanê kurdî re bi taybet û wiha got: “Pêşangeh çalakiyeke wêjeyî ya pir xweş e; ziman û çanda me ji gelek salan ve tên bişaftin. Axaftina bi zimanê me wê demê qedexe bû. Îro gaveke xweş û erênî ye ku ji bo parastina dîrok, çand û zimanê kurdî, bi hezaran pirtûkên kurdî bi serbestî werin pêşandan.”

PÊŞXISTINA ÇANDA XWENDINÊ

Heydo wiha domand: “Pêşketina civakan di xwendin û nivîsandinê de ye, ji ber wê jî ev pêşangeh diyardeyeke şaristanî ya gelek girîng e. Êdî pirtûkên bi zimanê kurdî serbest belav dibin, ji ber ku ciwan çand û zimanê nas bikin.”

1’emîn Pêşangeh Pirtûkan a Şehîd Herekol li bajarê Qamişlo di 2017’an de, ji bo bîranîna nivîskar û têkoşer Hisên Şawîş (Herekol) ê ku di 2016’an de şehîd bûye, hat lidarxistin.

Der barê rola Şoreşa 19’ê Tîrmehê de di parastina çand, folklor û zimanê kurdî de, Heydo wiha axivî: “Eger ev şoreş dest pê nekira, me ev roj nedidît. Bêguman em bi saya Rêveberiya Xweser, têkoşer û şehîdan gihîştin vê rojê.”

Heydo pêşangeha îsal nirxand û got: “Ji ber buhabûna li herêmê û pêşketina teknolojyayê, şênî ji xwendinê dûr dikevin. Ev jî bû sedema paşketina tevgera çûn û hatina pêşangehê, lê tevî wê jî, bi qasî em dikarin me hewl da ku nirxên pirtûkan nizm bikin da ku li gor hemû beşên civakê bin, armanca me ne qezenckirina pereyan, lê belê pêşxistina çanda xwendinê di civakê de ye.”

ŞOREŞA ZIMANÊ KURDÎ

Nivîskar Anahîta Sîno jî wiha axivî: “Îsal pêşangeh bi serenav û zimanên cuda, taybet bû. Pêşangeh roleke mezin di piştgiriya nivîskar û teşwîqkirina xwendekaran li ser xwendin û nivîsandinê de lîst. Di salên dawîn de û di encama teknolojiyê de, ew ji xwendinê hatin dûrxistin.”

Her wiha Anahîta Sîno tevlêbûna kêm a şêniyan di pêşangehê de û buhabûna pirtûkan di pêşangehê de, rexne kir û got: “Bêguman wê kêmasî û encamên erênî hebin. Beriya lidarxistina şoreşa 19`ê Tîrmehê, bi awayekî veşartî me pirtûkên bi zimanê kurdî dixwend. Niha em bi serbestî bi zimanê xwe diaxivin. Ev bi xwe şoreşeke mezin e.”

Di pêşangehê de panel, şahiyên îmzekirina pirtûkan, stran û pêşbaziyên rewşenbîrî hatin pêşkêşkirin û pirtûk wekî xelat li serlêderan hatin belavkirin. Tê payîn ku pêşangehê di 29’ê Cotmehê de, bi xelatkirina nivîskar, wêjevan û weşanxaneyên beşdar bi dawî bibin.

KÊMBEŞDARIYA ŞÊNIYAN DI PÊŞANGEHÊ DE

Nivîskar Qadir Egîd jî got pêşangeha îsal bi tevlêbûna gelek weşanxaneyên ji herêmên cuda ji salên berê cudatir bû.

Egîd bi nivîskar Anahîta Sîno di heman fikrî de ye ku nirxê pirtûka buha ye, di encamê de asta kirînê îsal di pêşangehê de kêm bû û wiha domand: “Armanc ji pêşangehê, pêşxistina çanda xwendinê ye. Lê mixabin kêmbeşdariyeke berçav a şêniyan heye.”

Egîd di dawiyê de got: “Ji bo derbaskirina vê pirsgirêkê, divê komîteya amadekar a pêşangehê, nirxên pirtûkan erzan bike. Piştgiriya weşxaneyan bike da ku ew jî nirxên pirtûkan erzan bikin.”

AHNA

 

 

*

Nûçeya Eleqedar:

- Li Qamişlo Pêşangeha Pirtûkan didome

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

YPG û pêşmergeyan qala ‘Artêşa Neteweyî’ kir

ad

Em û ew; asgarî ucret û serxwebûn

ad

Ji nû ve ‘Evdalê Zeynikê’

ad

Aldar Xelîl: Hin alî dixwazin tevliheviyê li Amûdê derbixin

ad

10 fîlmên herî serketî yên 10 salên dawî

ad

Temaşevanên Bursasporê çêrê Leyla Zana kirin, baroyê got emê dozê vekin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname