Vê carê biryara berhevkirina Danezana HDP'ê dan
Diyarname
Dadgehên Tirkiyeyê ku hema der barê her tiþtê aîdê kurdan de biryara berhevkirinê dide vê carê danezana HDP'ê ya ji bo hilbijartina 1'ê sermawezê berhev kir.
Li gor nûçeya DÎHA'yê Dadgeha Cezaya Sulhê ya Agirê ji ber "xweseriya cewherî" ya di danezanê de biryara berhevkirina danezanê da. Dozgerî xwest dest bidin ser danezanên heyî û ew neyên belavkirin. HDP'ê teblîga dozgeriyê îmze nekirin.