Diyarname
Îro li dor 20 cihan çalakiyên pîrozbahiyê yên ji bo Newrozê lidar ketin. Her wiha pêre jî pevçûna di navbera gel û polîsan de.
Ege li ser piyan bû
Li Îzmîrê bi deh hezaran kes hat ba hev û Newroza xwe pîroz kir. Gel li ber Tansaşa Şirinyer hat ba hev û li dû pankarta HDK'ê (Kongreay Demokratîk a Gelan) ku li ser "Bijî aştî, bijî Newroz" bi tirkî û kirdî nivîsî bû meşiya heta Meydana Hipodruma Bucayê.
Mebûsê BDP'ê yê Mêrsînê bi gotina "Bila agirê we pir be" silav li gel kir.
Li Amanosê agir bilind bû
Li navçeya Dortyola Hatayê, li ber quntarên Çiyayê Amanosê agirê Newrozê bilind bû.
Li navçeya Tarsûsa Mêrsînê û Sulhanliya Manîsayê deh hezaran kesî cilên neteweyî li xwe kirin û bi coşeke mezin agirê Newrozê geş kirin. Di pîrozbahiyan de berxwedana herêmê jî hat silavkirin.
Li Dêrsim, Riha, Edene, Dîlok, Şirnex, Semsûn, Çewlik û Elezîzê bi sed hezaran kesî êrîşa li dijî Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk Ahmet Turk şermezar kirin û ji bo Ocalan azadî xwestin.
Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak jî li Dêrsimê axivî û got; "Me çawa peykerê Seyîd Riza li Dêrsimê danî, em ê wisa Ocalan di nava xwe de bibînin."
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Aysel Tugluk jî li Şirnexê got; "Me xwest em bi hev re bijîn lê wan ev daxwaza me bi tang û topan bersivandin."
Li Sêrt, Mêrdîn, Qoser, Edene, Culemêrg, Bazîd, Erdexan, Gimgim, Agirî, Erdîş, Payizava, Mûş û Şemzînanê bi 10 hezaran kes herikîn qadên Newrozê. Bi hezaran kesên ku bi cil û bergên xwe yên neteweyi yên rengo reng kolan û tax xemilandin û hewaya qernewalê ava kirin. Bi 10 hezaran kesên diherikin qada Newrozê bê navber dirûşmeya "Bijî Serok Apo" berz dikin.
'Vî gelî zincîrên qedexe parçe kirin'
Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, di mitînga Mêrdînê de bang li Serokwezîr Erdogan kir û wiha got: "Vî gelî zincîrên qedexeyê parçe kirin. Li qadan ji bo azadiyê qêriyan. Polîtîkayên zilmê êdî tu fêde nakin. Werin em bi hev re vê pirsgirêkê çareser bikin."
***
Nûçeyên eleqedar:
- Piştî Turk vê carê derb li Aksoy dan
- Ahmet Turk: Siyaseta zilmê nikare bi kurdan
- Ahmet Turk rakirin nexweşxaneyê
- AGIRÊ NEWROZÊ KENGÎ BIXWAZE WÊ GAVÊ PÊDIKEVE
- Axaftina Demirtaş, Baydemir, Turk û Tugluk
- KAOSGL ji bo Newrozê bi kurdî weşan kir
- Di Newroza Stenbolê de BDP'yiyek hat kuştin
- Bernameya BDP’ê ya Newrozê eşkere bû
- Agahiyên dawî yên li ser Newrozê
- BDP: Em ê Newroza Stenbolê di 18’ê mehê de pîroz bikin
- Demirtaş: Emê walîtiyê ji holê rakin
- Ji bo BDP'ê qedexe, ji bo Walî serbest e!
- Ev afîşa Newrozê hat qedexekirin
- Di Newrozê de 4 daxwazên bingehîn ên kurdan
- Vaye bernameya Newroza 2012'yan