Diyarname
Golavêjê berê, lîstikvanê xwediyê "Pêlava Zêrîn" Tanju Çolak di Kongreya Klûba Sêrtsporê de wekî Serokê Sêrtsporê hat hilbijartin.
Sêrtsporz li Tirkiyeyê di Lîga 3'yem, Koma 3'yem de dilîze. Li Navenda Çandê ya KBûlê de kongreya asan a klûbê li dar ket. Di kongreyê de ji bo serokatî û rêveberiyê tek lîste hate dengdan. 158 delegeyî dengê erê bikar anî û lîstikvanê berê Tanju Çolak ji bo serokatiya klûbê hat hilbijartin.
Çolak di kongreyê de axivî û got: "Emê dest bi nivîsandina çîroka serketinê bikin. Em mecbûr in çavkaniyên xwe saz bikin. Yekemîn xebata min dê tesîsên ku heta niha nehatine çêkirin be. Em di nava amadehiyeke wisa de ne. Sêrt bajareke ku ala Komara Tirkiyeyê lê tê daliqandin. Ez li Stenbolê rûdinim lê ji bo serketina Sêrtê em hemû emê bi hev re bixebitin."
Her wiha di kongreyê de biryar hat girtin ku rengên formaya klûb3e ku zer û hêşîn in biguherînin û bikin spî-sor-reş."
Hin notên li ser Tanju Çolak: Heta niha Serokê Sêrtsporê Fadil Akgunduz bû, ji zû de ye bi awayekî destê Akgunduz li ser Sêrtsporê bû. Demek berê Akgunduz gotibû ku ew dest ji serokatiya klûbê ber dide, ewê Tanju Çolak bikin serok, lê ew ê jî piştgirî bide klûbê.(21.10.211, Siirtlilier.net)
Çolak di hilbijartina giştî ya 12'yê Pûşpera 2011'an de ji Îzmîrê serî li AKP'ê dabû û bûbû pêşberendam lê AKP'ê ew wekî berendam nîşan nedabû.
Her wiha Tanju Çolak çend meh berê gotibû 'ew jî dikare tevî heyeteke here leşkerên di destê PKK'ê de teslîm bigire' û tevî Şaredarê Sêrtê Selim Sadak bang li PKK'ê kiribû ku wan berde û sivîlên di destê wan de serbest berde.
Kurtedemek berê birê Tanju Çolak, Yucel Çolak jî wekî teknîk dîrektorê Sêrtsporê hatibû peywirdarkirin.
Tanju Çolak di dema lîstikvaniya xwe de jî di Sêrtsporê de lîstibû.


