Diyarname
Ne yek didu, sed, hezar, tam 5 hezar heb pirtûk: Weşanxaneyê bi derxistina 5 hezaremîn pirtûkê re çalakiyek taybet li dar xist. Em qala Weşanxaneya Yapi Kredî dikin.
Weşanxaneyê wekî 5000'emîn pirtûkê pirtûka Nazim Hikmet "Cep Defterlerinde Kavga, Aşk ve Şiir Notlari 1937-1942" derxist. Ji bo vê yekê jî li avahiya xwe ya li Beyogluyê çalakiyek taybet li dar xist. Serokê Lijneya Rêveberiya Weşanên Yapi Kredî Omer Koç wisa got: "Weşanxaneyek gihîştibe 5 hezarî ev ne tiştek ji rêzê ye."
Yapi Kredî di sala 2017'an de bi temamî 5 mîlyon heb pirtûk çap kirine. Wekî sernav jî niha gihîşt 5 hezaremîn pirtûka xwe.