Demîrtaþ: Divê em dest ji dîsîplînê bernedin
MÊRDÎN (DÎHA)
Hevserokê Giþtî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaþ di mitînga Mêrdînê de axivî û got: "Ji bo ku em peywira xwe ya dîrokî bi cih bînin divê em di þeva hilbijartinê jî bi vê dîsîplînê bixebitin û heya encamê bigrin berdewam bikin. Me tu caran serê xwe netewand em ê netewînin jî. Em dizanin em bi rehetî nehatin van rojan. Ger ku em bi biryarek xurt nexebitin em bisernakevin. Divê gelê me ji disîplîna xwe tawîz nedin."
Hevserokê Giþtî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaþ tevlî mitînga partiya xwe ya li Mêrdînê bû. Demîrtaþ piþtî axaftina namzetên HDP'ê yên Mêrdînê bi coþekî mezin derket ser dikê. Demîrtaþ axaftina xwe bi silavkirina hemû gelên Mêrdînê dest pê kir. Demîrtaþ got, "Silav ji we re gelê reng û bi reng. Duh Êlihê îro jî Mêrdînê bi dagirtina qadê dîrok nivîsand."
Demirtaþ diyar kir ku ji ber demek kurt ji bo hilbijartina 7'ê pûþperê maye ew bi heyacan in û wiha dom kir: "Ji ber ku dê tercîha azadî û koletiyê were dayîn. Dê ev yek bandora xwe li ser Rojhilata Navîn jî bike. Gelê Mêrdînê divê hesas be. Gelê Mêrdînê piþtgirî daye banga 'Mirovahiya Mezin.' Em ê bi heyecan bin. Em ê li hemberî zilmê û zordariya li hemberî gel tê kirin têbikoþîn."
'Divê em bi dîsîplîn bixebitin'
Demîrtaþ anî ziman ku divê her kes bê navber heya dawî bi awayekî dîsîplînî bixebite û wiha axivî: "Ji bo ku em peywira xwe ya dîrokî bi cih bînin divê em di þeva hilbijartinê de jî bi vê dîsîplînê bixebitin û heya encamê bigrin berdewam bikin. Me tu carî serê xwe netewand em ê netewînin jî. Em dizanin em bi rehetî nehatin van rojan. Ger ku em bi biryarek xurt nexebitin em bisernakevin. Divê gelê me ji disîplîna xwe tawîz nede. Eger îro Mêrdîn bivê coþa xwe bêje ez amade me em jî soz didin ku em ê ji bo xizmeta mirovahiya mezin her tim amade bin. Gelê Mardînê jî wekî gelê din ên Tirkiyeyê þerê li Sûriyeyê diþopîne. Êdî li Sûriyeyê mezheb nikarin ligel hev bijîn. Hêzên desthilatdariyê wisa kirin. Ji bo berjewendiyên xwe hêzek wekî DAIÞ ya tecawîzkar û barbar þandin ser gelan û komkujî pêk anîn."
'Mêrdîn wekî baxçeyê gulan e'
Demîrtaþ da zanîn ku ev hilbijartin ne tenê hilbijartina pêþbaziyê ye û wiha dom kir: "Di heman demê de em têkoþîna mirovahiya mezin ji bo gelan dikin. Ya ku ji Mêrdînê tê HDP ye. Ya ku ji HDP'ê jî tê HDP ye. Em ligel hemû êrîþan jî hatin gel hev. Polîtîkayên AKP'ê yên þer û cudakar gel tehîd dike. Dîsa piþtgiriya AKP'ê ya ji bo DAIÞ'ê ji bo gelan bûye tehdîtek mezin. Mêrdîn wekî baxçeyên gulan e. Ji bo dawî li cudakarî, þerkeran bînin divê ampul bê temirandin. Roja HDP'ê wê ronahiyê bide her derê. Demokrasiyek bingehîn dê xizmeta hemû gelan bike û Tirkiyeyê bi rê ve bibe. Em kurd in, elewî ne, çerkez in, tirk in, êzidî ne û di heman demê de em feqîr in. Deynê me ya ku em aþtî û azadiyê bînin heye. Bajarê pêxembaran Riha, Amed, Wan û Mêrdîn feqîr kirin. Pir soz dan gel lê çûn Enqereyê hemû tiþt ji bîr kirin. Maho Axa dê ji bo we golê bîne Mêrdînê. Divê hûn bersivek baþ bidin van nêzîkahiyan. Divê ku em Mêrdîn bikin warê turîzmê. Hemû pereyên gel ji gel girtin. Þaredarên me ne diz in. Ji bo em bihêz bibin divê em vê rewþê biguherînin. UNESCO'yê bi mîlyonan dolar þandin lê belê hemû jî rayedarên dewletê xwarin. Tenê pereyê ku Neteweyên Yekbûyî þandin û hatin xerckirin dê Rojhilata Navîn pê hatiba guhartin. Em dixwazin êdî li þûna dengê çekan dengê çûkan bê. Em ê Mêrdînê bikin cihekî turîstîk. Em soz didin ku projeyên ku nîvco mane em temam bikin. Yanî em ê bi her awayî xizmetê gelê xwe bikin. Lê wan hemû tiþt ji bo berjewendiyên xwe bikar anîn û gelê Mêrdînê mexdûr kirin û feqîr kirin. Ev ne qedera me ye. Guhertina vê yekê di destê me de ye."
'3 roj man divê em her kesî qanî bikin'
Demîrtaþ bang li her kesî kir ku di çarçoveya banga mirovahiya mezin a HDP'ê de bên cem hev û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Ji bo wê em HDP em biçin meclisê. Divê em êdî vê nîþanî wan bidin. Hemû tiþt di mohrê de ye. Ew mohr dikare qedera Tirkiyeyê biguherîne. 3 roj man, divê em yên ku me qanî nekirine em wan qanî bikin. Ji kîjan partiyê be negirîng e. Em ê sê rojan bi rihê seferberiyê bixebitin. Divê gel piþtî ku ji mîtîngê vegere jî biçe bixebîte. Baweriya me bi gelê me yê Qoser, Nisêbîn, Þemrex û navçeyên din hemûyan heye. Em dibêjin hûnê xwedî li zarokên xwe derkevin. Divê gelê me di sofreya guran de xwedî li zarokên xwe derkeve. Serkeftin ya gelê me ye. Em ê vê serkeftin û coþa xwe di 7'ê pûþperê de derxîn asta herî bilind."
Turk: 'Em Birêz Ocalanî nadin þermê'
Hevþaredarê Mêrdinê Ahmet Turk jî wisa got: "Îro li Rojava bi dehan cenaze tên Bakur. Ez dibêjim em dê hesabê van þehîdan bipirsin û riya wan biþopînin. Îro çavê mîmarê aþtiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser me ye û em ê wî nedin þermê. Gelê kurd li Rojhilata Navîn xwedî hêzek girîng e û bêyî kurdan ne mimkûn e ku tiþtek pêk were. Ji ber ku têkoþîna me têkoþîna azadî û demokrasiye ye. Îro gelê bi wijdan bi yekîtiyê têkoþînê dimeþandin. Ji bo 7'ê pûþperê çend roj mane. 7'ê pûþperê mîlad e, berxwedan û têkoþîn e û dê bersiva vê yekê were dayîn. Îro têkoþîna me ya nasnameyê heye. Ger ku HDP dibin bendê de bimîne dê tenê HDP winda neke dê gelê kurd, hêzên demokrat û azadîxwaz jî winda bikin. Em soz didin ku em ê xwedî li vê mîrasê derkevin. Serkeftin ji bo azadiya têkoþîn û gelê me."