Diyarname
17’emîn Bienala Stenbolê didome. Di çarçoveya Bienalê de gelek fîlm û belgefîlm jî hene ku bê pere têne nîşandayîn.
Bienala Stenbolê 17’ê mehê deriyên xwe ji bo hunerhezan vekirin û heta 20’ê sermawezê dê li dar be. Di çarçoveya Bienalê de çalakiya nîşandayîna fîlm û belgefîlman jî heye. Ev fîlm û belgefîlm li Muzeya Perayê û li Hope Alkazarê bê pere têne nîşandayîn.
Ji Hindistan, Japonya heta Îranê, ji Wîetnam heta Spanyayê ji gelek welatan fîlm dê bêne nîşandayîn. Di nav wan de fîlmekî Abbas Kiarostami jî heye. Fîlmê bi navê “Mala hevalê min li ku ye?” Kiarostamî ji helbesteke mîstîk a Sohrab Sepehri îlham girtiye û fîlmê xwe saz kiriye.
Ji derhênerên din Ritu Sarin û Tenzing Sonam di belgefîlmê xwe “Varoluşunuzun Dogasina Dair Bazi Sorular" (2007) de li ser felsefeya bûdîzmê disekinin û berê xwe didin rîuelên wan.
Derhêner Nguyen Trinh Thi di ”Peyzaj”ê de temaşevanan dibe Wîetnamê. Di çarçoveya xiristiyanî, şer û sosyalîzmê de li ser veguherîna dijwar a gelê wir ê li çiyê tîne disekine.
Derhêner Pere Portabella jî di "Vampir-Cuadecuc" (1970) de li hemberî dîktato Franco stratejiya veşarî tîne ziman.
Hemû fîlm û belgefîlm di çarçoveya Bienalê de bê pere têne nîşandayîn.
Ji bo bernameyê lîk:
*
Nûçeya Eleqedar:
- Bienala cihêreng li benda mêvanan e