KOBANÎ
Saziya Zimanê Kurdî ya herêma Kobanî amadekariyên vekirina dibistaneke perwerde û fêrkirina zimanê kurdî dike.
Piştî şerê ku 5 mehan li herêma Kobanî qewimî, gelek sazî û deverên herêmê rastî zirar û ziyanên mezin hatin û piraniya wan jî bi temamî xera bûn. Yek ji wan saziyan jî Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ye.
Mamosteyên zimanê kurdî li herêmê, ji bo ji nû ve xebatên xwe vegerînin û dest bi karê perwerdehiya ziman bikin niha amadekariyê vekirina dibistanekê li bajar dikin. Ji bo dibistana kurdî, dibistana Baas a ku dikeve bakurê avahiya Desteya Rêveber a herêmê ku zirareke kêm dîtiye hatiye hilbijartin.
Endamên saziyê, mamosteyên ziman tevî şagirtan dibistanê 3 roj in dibistanê paqij dikin û sererastkirinên pêwîst pêk tînin.
Derbara vê yekê de mamoste Ronak Hecî Mehmud axivî û wisa got: “Emê di hefteya bê de xebatên paqijkirin û amadekirina dibistanê bi dawî bikin. Piştre yekser dest bi vekirina dewreyên perwerdeyê bikin. Ew dewre wê ji bo zarok û ciwanan bin destpêkê”. Mehmûd da zanîn ku tevî hin quncên dibistanê zirar dîtine û xera bûne lê ew ji xebatên wan re nabin astengî.
Li aliyê din zaroka bi navê Ronak Qadir a ku tevî mamosteyên xwe dibistana kurdî paqij dike, kêfxweşiya xwe ji bo vekirina dibistana kurdî anî ziman û wiha got: "Kêfxweşiya vegera li perwerdeya zimanê kurdî nayê gotin. Em niha dibistana xwe paqij dikin ji bo ku tê de fêrî zimanê dayikê bibin. Ez dixwazim hamû zarokên Kobanî vegerin û li herêma xwe fêrî zimanê xwe bibin”.
ANHA


