Diyarname
BDP'ê li ser wefata rewşenbîr Îsmet Şerîf Vanli peyameke weşand û got: "Îsmet Şerîf Vanli ew yek ji sembolên têkoşîna gelê kurd ê li sirgûniyê bû. Emê xwedî lê derên û têkoşîna wî di têkoşîna xwe de bidomînin."
BDP'ê di peyama xwe de got ku mixabin gelê kurd çinarekî xwe yê din jî winda kir. BDP'ê gotina Vanli a wekî "Her kesî li sirgûniyê zimanê xwe ji bîr kir, ez li sirgûniyê hînê kurdî bûm" bibîr xist û got: "Li hemberî înkar, asîmîlasyon û têkbirina zimanê gelekî ev gotin girêdan û bibiryariya bi têkoşînê re ye ku ev gotinên wî ketine nava dîrokê."
BDP bal kişand ser têkoşîna wî, diyar kir ku wî mîrateyeke girîng ji bo nifşên pêş hiştiye û wisa got: "Em xemgîn in ku me siyasetmedarekî xwe yê hêja, rewşenbîrekî xwe winda kir. Emê wî her di têkoşîna xwe de bidin jiyandin, emê xwedî li bîranîna wî derên, em careke din jêre ji Xwedê rehmê dixwazin û em dibêjin bila serê gelê me û malbata wî sax be."
***
Nûçeyên eleqedar:
- KNK’ê ji bo Prof. Dr. Wanlî peyama sersaxiyê weşand


