Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji bo Prof. Dr. Îsmet Şerîf Wanlî ser saxî xwest û diyar kir ku mirina Prof. Dr. Îsmet Şerîf Wanlî, ji bo wan, ji bo gelê kurd windabûnek mezin e, ew wekî KNK’ê, ji malbata wî û tevahiya gelê kurd re sersaxiyê dixwazin.
Prof. Dr. Îsmet Şerîf Wanlî ku du deman serokatiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) kir, vê sibê, li Swîsreyê çû ser dilovaniya Xwedê. KNK'ê ji bo Prof. Dr. Îsmet Şerîf Wanlî daxuyaniyeke nivîskî belav kir û ji hemû gelê kurd re sersaxî xwest.
KNK, destnîşan kir ku Wanli di tevahiya jiyana xwe de wekî canfedayekî doza kurd têkoşîn kir û piştî Tevgera Azadiya Kurd dest bi raperînê kir, hêviyên wî bêhtir mezin bûn û wekî dilsoz û evîndarekî ciwanên kurd, têkoşîna xwe domand.
KNK’ê got ku Wanli heya roja çû ser dilovaniya Xwedê jî, dilsoziya xwe ya ligel ciwanên kurd ku bi canfedayiyek destanî têkoşîna azadiyê bi pêş dixin diparast. KNK’ê daxuyand ku ew wekî KNK’ê mirina Wanlî ji bo doza azadiya kurd windabûneke mezin dibînin û bang li endamên berê û nû yên KNK’ê dikin ku tevlî merasima cenazeyê Wanlî bibin.
Daxuyaniya KNK’ê wisa dibêje: "Em bang li tevahiya kurdên li Ewropayê dikin ku, li cenazeyê Prof. Dr. Îsmet Şerîf Wanli xwedî derbikevin. Li hemberî mirovekî dilsozê azadiya kurd wekî Prof. Dr. Îsmet Şerîf Wanli, em gişt wefadar in û pêwîst e di koça dawî ya wî de em wefadariya xwe bînin cih. Carake din em ji malbata Prof Dr. Îsmet Şerîf Wanlî û tevahiya gelê kurd re sersaxiyê dixwazin û ji Yezdanê Mezin niyaz dikin ku, wî ber efû, mexfiret û rehmeta xwe bixe."
***
Nûçeya eleqedar: