Diyarname
6'emîn Festîvala Fîlman a Navnetewî ya Silêmaniyê heta 16'ê mehê didome. Salên borî di meha dehan de festîval li dar diket, îsal anîn meha rezberê.
Festîval di salvegera mirina Yilmaz Guney de li Salona Telarî Huner ya Silêmaniyê deriyên xwe vekirin û di vê çarçoveyê de 108 fîlm têne nîşandayîn. Fîlmên ku bi ser bikevin roja dawî dê bêne xelatkirin. Di destpêkirina festîvalê de hin berhemên Hunergeha Welat hatin nîşandayîn.
Ji 31 welatan 650 fîlm ji bo festîvalê hatibûn şandin, ji van 108 fîlmên ku ji 23 welatên cuda ne hatine hilbijartin û têne nîşandayîn.
Ji bilî nîşandayîna fîlman panel, masterclassên li ser sînemayê jî li dar dikevin.


