logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Rêwîtiya peyvan:  Reqabet
  2. Bandora 'Odysses' li ser zimanê yewnanî û pirtûka wê
  3. Zimanxane ji bo dersên kurdî li benda serîlêdanan e
  4. Kodên Naziyan şikandibûn, bingehên Hişên Çêkirî danîbûn; Alan Turing çîrok jî nivîsiye
  5. Amadekariyên pîrozbahiya sedsaliya Qamişloyê tên kirin
news-details

Bertekên ji bo qedexeya li ser şanoya kurdî

Piştî Qeymeqamiya Gazîosmanpaşaya Stenbolê lîstika bi kurdî "Bêrû" qedexe kir, li ser tora civakî gelek kesî piştgirî lî

  • Dîrok: 13/10/2020
  • Beş: Çapemenî

Diyarname

Piştî Qeymeqamiya Gazîosmanpaşaya Stenbolê lîstika bi kurdî "Bêrû" qedexe kir, li ser tora civakî gelek kesî piştgirî da lîstikê.

Lîstikvanên Teatra Jiyana Nû îro divê li Sehneya Şanoyên Bajêr a Stenbolê ya li Gazîosmanpaşaya Stenbolê lîstika xwe "Bêrû" bilîsta lê berî lîstinê bi çend saetan lîstik hat qedexekirin. Li ser twitterê taga "KurdTiyatrosuEngellenemez" (Şanoya Kurdî Nayê Astengkirin" hat vekirin û bi ser deh hezarî de twit hatin weşandin. Gelek sazî û kesan jî bertek nîşan dan.

Fermo hin ji wan:

- Komeleya Lêkolînên Kurdî di tiwita xwe de wisa got: "Nahêlin ku kurd bi zimanê xwe li şanoyekê jî temaşe bikin. Em vê helwesta dij-kurd û dij-kurdî şermezar dikin û gelê xwe jî jê agahdar dikin."

- Navenda Giştî ya HDP'ê di peyama xwe de got, "Kirinên wehşî yên 12'yê Rezberê nekarî vî zimanî têk bibe, hûn nikarin têk bibin. Zimanê me rûmeta me ye."

- Beşa Çandê ya HDP'ê jî wisa nivÎsî: "Hûn çi dikin bikin, çi qedexeyê îcad dikin bikin lê Şanoya Kurdî rastiya vê axê ye û ligel hemû astengiyên we jî dê mezin bibe. Ligel astengiyên pirtûkên we yên reş jî Teatra Jiyana Nû çêbû, ji ber ku hûn tune dihesibînin dê tune nebe!"

- Tora Ziman û Çanda Kurdî jî di peyama xwe de got: "Faşîzm her diçe zêdetir dibe. Niha jî şanoyên kurdî qedexe dikin. Em helwesta Qeymeqamiya Gazîosmanpaşayê şermezar dikin û divê demildest ji vê biryara vegerin."

- Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê jî wisa nivîsî: "Em êrîşên li dijî Çand û Hunera Kurdî  şermezar dikin." 
- Tiyatro Kooperatîfî: Baweriya me ew e li gor Danezana Mafê Mirovan a Gerdûnî û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê bêyî li ziman, ol, nijad û cinsiyet bê nêrîn divê huner bi awayekî azad û wekhev bê kirin. Berî lîstika TJN Bêrû bê lîstin bi çend saetan bi sedema ewlehiya raya giştî hate qedexekirin, em vê qebûl nakin.
- Kadikoy Halk Tiyatrosu: Şano ewlehiya raya giştî xira nake.

- Mebûsên HDP'ê Tayip Temel, Nuran Îmîr, Gulîstan Kiliç Koçyigit, Murat Çepnî, peyam weşandin, Meral Daniş Beştaş mesele li Meclisa Mezin a Tirkiyeyê anî rojevê.

- Stîlîstê navdar Barbaros Şansal: "Yên pirtûka olê di dest wan de deng dixwestin heta ber bi rojên ku şanoya kurdî hatiye qedexekirin.

- Mebûsên CHP'ê Mehmet Bekaroglu, Eren Erdem peyam weşandin.

- Şanoger Orhan Aydin: Ey mirovahiya dinyayê, hunermendno vê barbariyê bibînin: AKP'ê li nava Stenbolê bi îdîaya "Ji ber ku bi kurdî ye ewlehiya raya giştî xira dibe" lîstika şanoyê qedexe kir.

Lîstikvana şano û sînemayê ya tirk Nihal Yalçin got "Ji ber ewlehiya raya giştî çend saet ji bo lîstinê maye qedexe kirin! Ji bo ewlehiya raya giştî Qedexe. QEDEXE! QEDEXE! QEDEXE!"

- Hunermendên kurd ên wekî Pervîn Çakar, Rojda, Rewşan Çelîker, Sakîne Tayne, şanogerên kurd wekî Berfîn Zenderlîoglu, Yavuz Akkuzu, Berfîn Emektar peyamên piştgiriyê weşandin.

- Lîstikvan û mebûs Bariş Atay: Bi her zimanî lîstik azad, bi kurdî qedexe ye!

- Ozgur Mumcu: Ewlehiya raya giştî bi qasî ku bi lîstika Daio Go ya bi kurdî xira bibe ew qas nazik e?

 

**

Nûçeyên eleqedar:

- Lîstika bi kurdî 'Bêrû' hate qedexe kirin

- Şanoyên Bajêr ên Stenbolê yekem car cih da şanoyeke bi kurdî

- 'Bêrû' li Moskovayê bi Xelata Mezin hat xelatkirin 

- Dario Fo li Berlînê bi kurdî deng kir

- Di du saliya xwe de BÊRÛ

-  


Parve Bike

Youtube Me

diyarname podcast#H.KovanBaqî# #diyarname #3deqe#nivîskar#

news

diyarname podcast# #diyarname #3deqe#diyarnamenûçe#nivîs#nivîskar

news

Bandora vî fîlmî li ser pirtûkan û li ser ziman

news

diyarname podcast #diyarname #football #3deqe #deng #recitimlmrekullueshemlkuranit #nivîs #futbol

news

Tifaqî = Hezkirin

news

Video Project 2 4

news

diyarname podcast #diyarname #3deqe #recitimlmrekullueshemlkuranit #deng#sinema #konferans

news

diyarname podcast #diyarname #football #recitimlmrekullueshemlkuranit #deng #3deqe#diyarname21salîye

news

"Mazgal"

news

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes

news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

news

ELETEWŞÎ

news

'Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê'

news

Hogir Berbir: Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û

news

diyarname podcast#nûçe #çand#wêje#pirtûk#xwendin

news

Keçikek û xapandina civakê

news

Dîroka Edebiyata Kurdî (Serdema Berî Îslamê, Serdema Xanedanan)

news

Ji bo kêfa dide me, 3 deqe bo wî

news

Dema ku dinya kêfê dike

news

Jinên kurd ên navdar

news
Çapemenî - Nivîsên Dawî
news
  • 23 07 2026

'Dilop'a 43'yan

news
  • 09 07 2026

Berendamên Xelatên Emmy eşkere bûn

news
  • 08 07 2026

Kanala televîzyonê M1'ê lêborîn xwest

news
  • 06 07 2026

Rewşa rojnamegerên binçavkirî (Hat nûkirin)

news
  • 06 07 2026

Dema serîlêdana Xelatên Rojnamegerî ya Musa Anter didome

news
  • 02 07 2026

Malpera Ajansa Welat û Azadiya Welat hat astengkirin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
news

Zerban

  • Omer Dilsoz
news

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes 

  • Kazim Polat
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
news

Qirdiktî

  • yeqîn h.
news

Tifaqî = Hezkirin

  • Çorê ARDA
news

Şîrket çawa tê birêve birin, DEM Partî çawa?

  • Cemil Oguz
news

Ev resim ji ku nizilîn?

  • Dilşêr Bêwar
news

Konferansa Diyasporaya Kurdan

  • Zekî OZMEN
news

Însan hê nebûne însan li taxên paragrafên qetiyayî

  • H. Kovan Baqî
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
Ev jî hene
ad

Qey sînemaya te ji ya Yilmaz Guney çêtir e?

ad

Festîvala Ehmedê Xanî li dar dikeve

ad

'Mîrê ûdê' hunermend Reşîd Sofî mir

ad

Fotoyên nû yên Selahittan Demirtaşî

ad

Hûnê li ku dengên xwe bidin? Dema kontrolê ye

ad

Mînaka Almanyaya Federal û Xweseriya Demokratîk

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Rêwîtiya peyvan:  Reqabet

  • 29 07 2026
news

Bandora 'Odysses' li ser zimanê yewnanî û pirtûka wê

  • 29 07 2026
news

Zimanxane ji bo dersên kurdî li benda serîlêdanan e

  • 29 07 2026
news

Kodên Naziyan şikandibûn, bingehên Hişên Çêkirî danîbûn; Alan Turing çîrok jî nivîsiye

  • 30 07 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname