Diyarname
Kovara du mehane Tîroj bi hejmara xwe ya sermawez-berfanbarê, bi dosya û nivîsên nû derket pêşberî xwendevanên xwe.
Tîroj du mehan carekê bi kurdî û tirkî derdikeve û niha bênavber di sala xwe ya 9'an de ye. Kovarê di hejmara xwe ya 53'yan de wêneyek ji erdheja Wanê kiriye berga xwe û sernavê "Rewşa erdhejê ya Komarê" bikar aniye. Kovar ku di her hejmarê de li ser mijareke dosyayê amade dike di vê hejmarê de li ser "Li hundir, li derve şer!" dosya amade kiriye û kesên wekî Ferda Çetin, Yucel Demirer, Huseyin Aykol, Faik Bulut, Ahmet Yaşaroglu, Ertugrul Kurkçu bi nivîsên xwe di dosyayê de cih girtine.
Hakki Ozdal û Sezai Sarioglu li ser erdheja Wanê nivîs nivîsîne. Bariş Avşar jî hem li ser erdhejê, hem jî li ser nêzîktêdayîna çapemeniya serdest a nijadperest ya di dema erdhejê de sekiniye.
Cemil Oguz bi serokê nû yê Komeleya Nivîskarên Kurd a Amedê Şêxmûs Sefer re li ser xebatên wan, tiştên ku di pêşerojê de bikin hevpeyvîneke kiriye. Sefer dibêje ku ew dixwazin di nav saziyên kurdan de komeleyê bikin mînaka herî baş.
Mesûd Serfiraz jî bi sernavê "Yekemîn piyesa bi kurdî: Memê Alan" nivîsa xwe amade kiriye.
her wiha Çigdem Tezel, Foti Benlisoy, Selin Pelek, Ahmet Say, Mehmet Bayrak, Cuma Boynukara, Şair Can Şener, Ozer Akdemir, Çidem Baran, Nevzat Baran, Ali Sinemilli, Lokman Polat, Ferit Edgu, Uygur Orhan bi nivîsên xwe; Mihemed Avşar, Veysel Vesek, Selim Sever, Nalan Temeltaş jî bi helbestên xwe di kovarê de cih girtiye.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.