Diyarname
Romana Elif Şafak "Aşk" di sê mehan de 200 hezar heb firot û îmzeya xwe avêt bin rekoreke din.
Li gor nûçeya Sefa Kaplan a di Hurriyetê de romana Şafak "Aşk" di nav dîroka wêjeya tirk de di kurtedemekê de ew qas pirtûk firotiye û bûye xwedî rekora nû.
Nûçe radigihîne ku rekora berî ve aîdê xwediyê Xelata Nobelê ya Wêjeyê Orhan Pamuk bû. Romana Pamuk "Yeni Hayat" di heman demê de 120 hezar heb firotibû.
"Aşk" a Şafak li ser têkiliya Mewlata û Şems e, tesawifê derdixe pêş.
Wekî notek: Romana Ahmet Altan a bi navê "Aldatmak" mîlyonek heb hatibû çapkirin û li gor agahiyan di sê mehên pêşîn de gelek firotibûn lê di nûçeyê de qala vê yekê nayê kirin. Lê mesele çi dibe bila bibe di sê mehan de firotina 200 hezar hebî ji bo pirtûkek hejmareke pir baş e.