Diyarname
Di Roja Şaniyê ya Cîhanê de li ser şanoya kurdî jî gotûbêjek li dar ket. Di gotûbêjê de lîstikvan û derhêner Erdal Cevîz got: "Bi keda 20 salan a şanoya kurdî em êdî dikarin bibêjin bi vî zimanî şano dibe."
Di Roja Şanoyê ya Cîhanê de li gelek welatan li ser vê rojê çalakî têne li dar xistin. Kurd jî bi vî rengî. Yek ji van çalakiyan jî çalakiya bi navê "Şanoya Kurdî" bû ku (êvara 27'ê mehê) li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî li dar ket. Di çalakiyê de lîstikvan û derhênerên şanoyê yên kurd Aydin Orak, Erdal Ceviz û Berfîn Zenderlîoglu li ser şanoya kurdî axivîn. Berî gotûbêjê belgefîlmê bi navê "Cewher: Dînên Shakespeare" hat nîşandayîn. Aydin Orak ku du sal berê çûbû bajaroka Pazarcika Qersê, atolyeya şanoyê li dar xistibû, piştî atolyeyê digel ciwanên wê derê lîstikek derxistibû ser şanoyê û ev pêvajo kişandibû; jê belgefîlmekî derxistibû. Piştî temaşekirina li belgefîlm li ser rewşa şanoya kurdî ya niha, dîroka wê gotûbêj hat li dar xistin.
Pêşî Orak dest bi axaftinê kir, qala peyama Dario Fo* ya ku ji bo Roja Şanoyê ya Cîhanê (RŞC) nivîsandibû ku wergerandine kurdî kir. Orak ev metna ku wergerandibû û di heman demê de di malpera RŞC'ê de hatibû weşandin xwend.
Şanoya kurdî xwedî cewher e
Li ser rewşa şanoya kurdî ya niha jî Orak wisa got: "Di dawiya sala 2012'an de li Amedê Konferansa Şanoya Kurdî li dar ket. Encamnameya vê konferansê em kêfxweş kirin lê ew qas dem bi ser re derbas bûye hê ev encam neketiye jiyanê, vê yekê jî bi min re dilşikestinek çêkir. Niha her çiqas şanoyên kurd hindik bin, bi qasî tiliyên destan bin jî di nava xwe de cewherek dihebînin û ew ne kêmî şanoya ku li Tirkiyeyê tê kirin in."
Orak da zanîn ku şanoya kurdî şanoyeke polîtîk e, yên temaşe dikin zêdetir polîtîk in, piranî welatparêz in û got ku polîtîkbûna şanoya kurdî ne tiştekî xirab e.
Orak li ser dîroka şanoya kurdî jî da zanîn ku ew niha li ser di dema Osmanî de rewşa şanoya kurdî lêkolînê dike û wisa got: "Teyfîk Ebûziya metneke şanoyê nivîsiye û qala mîrekiya Kurdistanê dike. Bi ya min em dikarin vê bixin nav xanoya kurdî."
Sehneya nimêjkirinê sehneya herî xweş e
Derhêner û listîkvan Erdal Cevîz qala dîroka şanoya kurdî kir, diyar kir ku şanoya kurdî, sehneya şanoyê, metnên şanoyê yên bi kurdî nîn bûn, şanoya kurdî hebana dê dewleta kurdan jî hebana.
Cevîz diyar kir ku ji her tiştî şano dikare bê çêkirin û diyar kir ku di şanoya kurdî de sehneya herî xweş sehneya nimêjkirinê ye. Cevîz li ser rewşa niha ya şanoya kurdî jî wisa got: "Berê lîstikvanekî ji komê veqetiya, bihata binçavkirin yan girtin lîstik li holê dima. Niha ne wisa ye. Bi keda 20 salan a şanoya kurdî em êdî dikarin bibêjin bi vî zimanî şano dibe."
TJN'ê bingehek baş avêt
Lîstikvan û derhêner Berfîn Zenderlioglu jî got ku pêdiviya şanoya kurdî bi labaratuareke heye û got ku niha zêdetir ew di şanoyê de qala êşên kurdan dikin.
Zenderlîoglu got ne hewceye mirov zor lê bike ka paşeroja şanoya kurdî heye yan na û got ku Teatra Jiyana Nû (TJN) bingehek ji bo şanoya kurdî avêtiye.
Li ser pirsgirêkên wan jî Zenderlioglu wisa got: "Em wekî Şermola pirsgirêkên me yên lîstikvanan heye. Sehneya me heye, em hefteyê du caran lîstikê dilîzin, lê piraniya temaşevanên ku tên li lîstikên me temaşe dikin ne kurd in, tirk in (Şermola lîstikên xwe yên bi kurdî bi jornivîsa tirkî pêşkêş dike). Ji aliyê temaşevanan ve jî pirsgirêkên me hene.
Foto: Cemil Oguz
*** Nûçeya eleqedar: