Diyarname
Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) Stada Ataturk a Diyarbekirê ji bo têde lîstina maçan guncan nedît û fermaneke ji rêveberiya klûbê re şand.
Ferman bi îmzeya Sekreterê Giştî yê TFF'ê Ali Parlak hatiye şandin û ji bo stadê wisa hatiye gotin: "Ji aliyê bingeha xwe ve ne ewle hey, ji bo lênêrîna tenduristiya lezgîn a temaşevanan ve, ji aliyê xweparastina ji şewatê û ji aliyê ewlehiyê ve stad ne guncan e."
TFF'ê di 29'ê adara 2010'an de ev ferman şandibû lê hê jî tiştekî nehatiye kirin. Heta mehekê rêveberiya klûbê yan divê tiştên divên di stadê de amade bike yan jî ji bo lîstina maçan sehayeke nû nîşan bide.
Diyarbekirspor ku ev çend sal in bêxwedî ye niha di Lîga Duyemîn koma duyemîn de de dilîze, lê ji aliyê pûanan ve rewşa wê ne baş e.


