Diyarname
2'yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Stenbolê bi merasima bidawîkirinê heta salek din xatir xwest. Wekî rojên festîvalê merasima bidawîkirinê jî rastî eleqeyeke baş hat.
Meramisa bidawîkirina festîvalê li Navenda Çanda Cemil Candaş a Şîşliya Stenbolê li dar ket. Sakîna Jîr û Taylan Kesanbilici bi kurdî û tirkî pêşkêşvaniya festîvalê kirin. Ji Kolektîfa Sînemayê ya Mezopotamyayê Adar Taş û Hebûn Polat jî li ser navê komîteyê axivîn û sipasiya beşdaran kirin.
Piştî axaftinan wekî fîlmê bidawîkirina fîlmê derhêner Nader Saeivar ê bi navê "Namo" hat nîşandayîn. Derhêner Saeivar piştî fîlm bersiva pirsên temaşvanan da û qala çîroka çêkirina fîlm ligel Cafer Penahî kir.
Festîvala Fîlmên Kurdî ya Stenbolê roja 24'ê adarê bi merasima destpêkirinê deriyên xwe vekiribû. Ji wê rojê de heta dawî 28 fîlmên metrajdirêj, kurtefîlm û belgefîlm nîşan dan. Her wiha forumeke jî bi navê "Forûma Sînemaya Kurdî" li dar xistin.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- 27'ê adarê: Bernemaya Festîvala Fîlmên Kurdî ya îro
- Festîvala Fîlmên Kurdî deriyên xwe vekirin
- Bernameya Festîvala Kurdî diyar bû
- Festîvala Fîlmên Kurdî amade ye


