Diyarname
Yek ji efsaneyên sinemaya Fransayê, lîstikvanê navdar Alain Delon di 88 saliya xwe de li mala xwe ya li Douchy ku dikeve başûrê Parîsê mir.
Zarokên wî Alain Fabien, Anouchka û Anthony vê sibê agahî dan AFP'ê û diyar kirin ku bavê wan miriye. Wisa gotin, "Em gelek xemgîn in. Ew li Douchy li mala xwe, ligel her sê zarok û malbata xwe di nav aramiyê de mir."
Delon di sala 2019'an de felç bûbû û her ku çûbû rewşa wî xirabtir bûbû.
Ew roja 8'ê sermaweza 1935'an hatibû dinê. Ji destpêka salên 1960'î heta nava 1980'yan yek ji aktoren navdar ê Ewropayê bû.
Hin fîlmên wî yên navdar ev in: Rocco and His Brothers (1960), Plein Soleil (1960), L'Eclisse (1962), The Leopard (1963), The Yellow Rolls-Royce (1965), Lost Command (1966), Le Samouraï (1967), Notre historie (1984)
Wî xelata Lîstikvanê Herî Serketî ya Cesarê girtibûn. Festîvalên navdar Berlinale û Cannesê "Xelatên Rûmetê" dabûn wî.